Rojnamevanên bi destûra rayedaran hatin di bin çavan de ne
Rojnamevanên bi destûra rayedaran hatin di bin çavan de ne
Rojnamevanên bi destûra rayedaran hatin di bin çavan de ne
Rojnamevanên ku çar roj berê ji ber dijwarbûna êrîşên li ser Kobanê, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Bakûrê Kurdistanê bûn, heta niha di bin çavan de ne. Rojnamevan ji aliyê komeke ku ji Enqereyê ve hat tên lêpirsînkirin. Hate ragihandin ku rojnamevan beriya derbasî Tirkiyeyê bibin destûrê ji rayedarên Tirk wergirtine.
Endamên Çapemeniyê yên Kantona Kobanê, piştî pevçûnên dijwar ên li bajarê Kobanê, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Bakûrê Kurdistanê bûn. Hate diyarkirin ku rojnamevan bi destûra rayedarên Tirk hatine. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, wêneyên rojnamevanên di bin çavan de, hatine girtin û piştre ji rayedaran re hatine şandin. Rojnamevan heta niha jî di bin çavan de ne.