Rojnamegerên Elman serbest hatin berdan
Rojnamegerên Elman serbest hatin berdan
Rojnamegerên Elman serbest hatin berdan
Şevê din li Amedê 5 rojnamegerên Alman ji aliyê polîsan ve dema çalakiyên ji bo Kobanê dişopandin hatin binçavkirin. Piştî lêpirsînê wan ên li qereqolê qediya serbest hatin berdan.
Li navçeya Rezan a Amedê şeva 11'ê Cotmehê yek jê jin 5 rojnamegerên Alman dema çalakî dişopandin ji aliyê polîsan ve bi hincata "Gel provake dikin û ji zarokan lastîkê didin pêxistin û rê didin girtin" hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên wan hate girtin serbest hatin berdan.
Piştî ku rojnameger hatin binçavkirin ew birin Midûriyeta Şaxa Biyanî ya Midûriyeta Polîsan û li vir îfadeyên wan hate girtin bêyî sewqî dozgeriyê bikin di seatên nîvro hatin berdan.
Hate hînbûn ku rojnameger wê vegerin welatên xwe.