Rojbûna Ocalan li Dihokê hat pîrozkirin
Rojbûna Ocalan li Dihokê hat pîrozkirin
Rojbûna Ocalan li Dihokê hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dihokê bi şahiyekê hate pîrzokirin.
Li gundê Pîromera yê girêdayî bajarê Dihokê bi beşdarbûna sedan kesî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê PÇDK, RJAK û Hemwelatiyên Azad ve hate organizekirin, bi sedan sedan jin, zarok, ciwan beşdar bûn. Di çarçoveya pîrozbahiyê de şitil hatin çandin û paste hate birîn.
Bavê yek ji gerîlayên HPG'ê yê li Tirkiyeyê di girtîgehê de Husên Dostkî rojbûna Ocalan pîroz kir û wiha got: "Ev roje roja dayikbûna Rêberê me Rêber Apo ye û em bi vê kelecanê û van hestan bi dilek keyfxweş vê rojê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikin."
Piştî şahiyê govend hat gerandin.