Rojbîn: Şoreşa Rojava ji bo Kurdistan hezêke mezin e

Rojbîn: Şoreşa Rojava ji bo Kurdistan hezêke mezin e

Gerîla Zinarîn Rojbîn ku di sala 2012’an ji bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê tevlî nav refên gerîla bû, der bare 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava de axifî. Rojbin diyar kir ku şoreşa ku pêk hatiye ji bo giştî gelê Kurd destketiyeke mezin e û got; “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo her çar parçeyên Kurdistan hezêke mezin e.”

Rojbîn anî ziman ku her çi qasî di navbera Kurdan de sînorên dewletan hatibîn avakirin jî Kurd di asta ruhê netewebûnê de bûne yek e. Rojbîn wiha axifî; “Ev şoreş li ser bingeha ku Serokatî ava kiriye pêk hat û mezin bû. Niha jî ber bi encambûne vê diçe. Serokatî bi salan e, ji bo gele Kurd û mirovatiyê têkoşîn dide û ez jî li ser wan esasan tevlî nav refên gerîla bûm. Pêwîst e her kes xwedî li keda Serokatî derkeve û têkoşîna azadiyê ya li Rojava gur bikin.”

‘EREB, XIRÎSTIYAN, ÊZIDÎ, KURD DIBE HEMÛ BIBIN YEK’

Rojbin bal kişand ser pevçûnên di navbera hêzên muxalif ên Sûriyeyê de û got; “Divê Kurd hemû bibin yek. Ne Kurd tenê, Ereb, Êzdî, Kurd, Xirîstîyan hemû pêwîst e yek bin û azadiya xwe dest bixin. Ger em li Kurdistanê dixwazin neteweyekê ava bikin divê ev ne tenê Kurd bin, hemû gel û milletên din jî divê di nav de cih bigirin. Ji bo vê jî pêwîst e hemû rabin ser lingan û xwedî li têkoşîna azadiye derkevin. Ger em îro dixwazin azadiya gelan bi dest bixin, pêwîst e em têkoşinê hîn zêdetir gur û bilind bikin”