Rêya rêveçûna pêvajoyê, başkirina mercên Ocalan e

Rêya rêveçûna pêvajoyê, başkirina mercên Ocalan e

Şaxê TAYD-DER a Îzmîrê, ji bo balê bikşîne ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniya li Parka Agora de, li gel Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê Fûat Mîkaîloglû û endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Mehdî Aslan û Yûsûf Kaya, bi dehan kes amade bûn.

Di dema daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Ji têkoşînê ber bi danûstandinê ve, ji afirînerê aştiyê Ocalan re hezar silav" û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" bal kişandin.

Rêveberê TAYD-DER a Îzmîrê Mahsûn Koç daxuyanî da û diyar kir ku sererastkirina mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo rêveçûna pêvajoyê diyarker e. Koç da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê bi pêkanînên antî-demokratîk berovacî giyana pêvajoyê tevdigere û got, "Mîna ku di 9. Civata Giştî ya Kongra Gel de jî hat destnîşan kirin ku AKP'ê di vê demê de gavên pêwîst neavêtiye, berovacî rewşa girtiyên nexweş çareser nekiriye û li dijî deskevtiyên li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo hêzên çete, zêde kiriye."

Mahsûn Koç destnîşan kir ku rêya rêveçûna pêvajoyê, sererastkirina mercên Ocalan û azadiya wî ye û bang li hikûmeta AKP'ê kir ku heyeteke serbixwe ya doktoran bişîne Îmraliyê.