Rêxistinên Elewî li sînorê Kobanê ne

Rêxistinên Elewî li sînorê Kobanê ne

Sazî û rêxistinên Elewî bi armanca piştgiriya bi Kobanê re hatin Pirsûsê. Komeleyên Elewî ku alîkarî ji gelê Kobanê re anî, wê  li ser sînor ji bo 10 hezar kesî aşûre çêbikin û belav bikin.

Rêxistin û komeleyên Elewiyan bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana bêhempa ya Kobanê hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Heyet ji Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Ebdal (PSAKD), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Komeleyên Elewiyên Demokratîk û Azad (ODAD), Komeleya Dost Alîkariya Dostan dikeya Elmanya û endamên meclîsa Şaredariya Dêrsimê, Rêveberên Avê ya Mûnzûrê pêk dihat, bi armanca desteka bi Kobanê re hatin Pirsûsê. Heyet ji aliyê Endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Uca, endamê MP’ya HDP’ê Mehmet Doymaz û Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez ve hate pêşwazîkirin. Doymaz der barê rewşa dawî ya Kobanê de agahî da heyetê. Heyetê alîkariya ji av, zad û xûrek, cil û berg, betanî û sobeyên ceyranê pêk dihat radestî Komeleya Piştevanî û Alîkariya ji bo Rojava kirin.

Heyeta Elewiyan çû serdana konebajarên ji bo Kobaniyan hatine avakirin û wê piştre biçin serdana gundên li ser sînor. Heyet wê  li ser sînor ji bo 10 hezar kesî aşûre çêbike û belav bike.