Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Dîlgirtiyên Kobaniyî berdin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Dîlgirtiyên Kobaniyî berdin

95 Kobaniyên li Salona Sporê ya Girtî ya Pirsûsê dîl tên girtin, ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hatin ziyaretkirin. Lêkolînerê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yê Tirkiyeyê Andrew Gardner bi qasî du saetan li dîlgirtiyan guhdarî kir û mercên wan lêkolîn kir anî ziman, ku binçavkirin li derveyî hiqûqê ye, mercên tên ragirtin gelekî nebaş in û xwest, dîlgirtî tavilê bên berdan.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Kobaniyên bi agahî û destûra rayederan di 6'ê Cotmehê de di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Pirsûsê bûn lê belê hatin girtin û niha li Salona Sporê ya Girtî ya Pirsûsê dîl tê girtin, ziyaret kir. Lêkolînerê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yê Tirkiyeyê Andrew Gardner diyar kir ku li saloha sporê 95 Kobaniyî hene û hevdîtina 2 saetan a bi dîlgirtiyan re kir, ji ajansa me re nirxand. Gardner ragihand ku wî li dîlgirtiyan guhdarî kiriye û mercên wan lêkolînkirin û çavdêriya xwe vegot: "Em du saetan axivîn, me mercên ragirtina wan dît. Mercên binçavkirinê ji xwe nayên qebûlkirin. Hemû li saloneke mezin a sporê tên ragirtin. Salona spor ne cihê lê mayînê ye. Bi tenê tiwaletek û cihekî serşuştinê heye. Gelekî gemarî ye û bi kêrî bikaranînê nayê."

'BINÇAVKIRIN LI DIJÎ HIQÛQÊ YE Û MERCÊN RAGIRTINÊ NEBAŞ IN'

Gardner ragihand ku binçavkirin qanûnî nîne û got, "Li gorî qanûnên Tirkiyeyê yan jî yên navneteweyî, binçavkirineke bi vî rengî nabe. Ji ber ku ji Sûriyeyê hatine mafên wan hene li Tirkiyeyê bimînin. Bi taybetî gelek mirovên nexweş hene, me bi wan re hevdîtin kirin. Zêdeyî 2 heftene dixwazin doktor li wan binêrin, lê rayedar nahêlin doktor wan kontrol bikin. Nexweşiyên cidî û pêwîstiya bi dermanan heye, lê ji wan re nayê dayîn."

'DIVÊ DÎLGIRTÎ TAVILÊ BÊN BERDAN'

Gardner da zanîn ku dîlgirtî rastî pêkanînên xerab tên û hin jê jî hatine dersînorkirin û got, "Lêpirsîna wan hatiye kirin. Rastî pêkanînên xerab hatin. Gef li wan hatiye xwarin. Gefa 'em ê serê we jê bikin' hatiye xwarin. Em banga lezgîn li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dikin. Divê ev penaber tavilê serbest bên berdan û ti carî ji Sûriyeyê re neyên şandin."