Rêxistina BDP'ê ya Erziromê xwarina fitarê da

Rêxistina BDP'ê ya Erziromê xwarina fitarê da

Bi wesîleya Meha Remezanê Rêxistina BDP'ê ya Erziromê xwarina fitarê da. Di xwarinê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Erziromê Sabahattîn Yilmaz wiha axivî: "Em wek gelê Kurd bi salan in rastî zilm û zordariyê hatin. Îro jî em di Pêvajoya Aştiyê ya ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin de ne."

Di avahiya Rêxistina BDP'ê ya Erziromê de xwarina fitarê hat dayîn. Bi hezaran hemwelatî, Endamê Meclîsa BDP'ê Murat Ozturk, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Erziromê Sabahattîn Yilmaz, Serokê Rêxistina HDP'ê ya Erziromê Nevzat Çavuş, Egîtîm Sen, ÎHD û rêveberên BDP'ê tevlî bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Erziromê Sabahattîn Yilmaz wiha got: "Îro ji ber Meha Remezanê em hemû li vir kom bûne. Em weke gelê Kurd bi salan rastî zilm û zorê hatin. Îro jî em di Pêvajoya Aştiyê ya ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin de ne. Di vê meha pîroz de hêviya gelê Kurd ev e ku di demeke kurt de aştiyek mayînde û azadî bê ser vê axê."

Piştî xwarina fitarê hemwelatî belav bûn.