Rewşa Serêkaniyê aram e

Rewşa Serêkaniyê aram e

Piştî Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê, bajarê Serêkaniyê ji çeteyên ser bi El Qaîdeyê rizgar kir, îro li bajêr rewş aram e. Welatî vegeriyan ser karên xwe û dikanên bazarê hatine vekirin.

Piştî li Serêkaniyê endamên koma çekdar Cephet El-Nusra êrîşî wesayîtek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya girêdayî YPG’ê kirin û ajokarê wesayîtê girtin, li ser vê yekê pevçûn derketibûn. Di encamê van pevçûnan de şerê dijwar qewimî bûn û YPG’ê Serêkaniyê ji komê çetan rizgar kirin. Îro li bajarê Serêkaniyê rewş arame, welatî vegeriyan ser karên xwe û dikanên bazarê hatin vekirin. Hêzên asayişê û YPG'ê jî li çar aliyên bajêr bendên kontrolê danîn.

Li aliyekî din çavkaniyênYPG'ê diyar kirin ku şerê di navbera yekîneyên wan û çekdarê Cebhet El-Nusra ku ji Serêkaniyê reviya bûn li herêma Esfer Necar û Tilhelef hîna jî berdewam e û benzînxaneya Meter ku wek bîryargeha komên çekdar dihate bikaranîn hate rizgar kirin.

Komên çekdar duh jî bajarê Serêkaniyê bombebaran kirin, çend guleyên topê li bajêr katin lê tu ziyan çênebûn.

Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku operasiyona wan li dijî çekdarên girêdayî rêxistina El-Qaîde li herêma derdora Serêkaniyê dewam dike.