Rewşa Degîrmencî yê gule li serî ket giran e

Rewşa Degîrmencî yê gule li serî ket giran e

Li Esenyûrt a Stenbolê, Mert Degîrmencî yê di dema êrîşa polîs û alîgirên DAIŞ'ê de gule li pişta serî ket, rewşa wî giran e.

Li Esenyûrtê, Mert Degîrmencî yê pêr di çalakiya destekkirina Kobanê de ji ber êrîşa polîs û alîgirên DAIŞ'ê gule li pişta serî ket, hînê li servîsa lezgîn tê ragirtin.

Ferhat Degîrmencî diyar kir ku pismamê wî Mert Degîrmencî yê pêr êvarê di cema êrîşê de li kêlekekê li bûyeran temaşe dikir birîndar bûye. Degîrmencî destpêkê rakirin Nexweşxaneya Fatîh Sûltan Mehmet û piştre sewqî Fakulteya Tipê ya Çepa kir.

Degîrmencî li unîteya lezgîn tê ragirtin.