Rewşa awarte ya li Fransayê wê bi heman rengî bidome
Li Fransayê, rewşa awarte ya piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê hat ragihandin, dewam dike. Hikûmetê diyar kir ku pêşî li êrîşên bi heman rengî hatiye girtin.
Li Fransayê, rewşa awarte ya piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê hat ragihandin, dewam dike. Hikûmetê diyar kir ku pêşî li êrîşên bi heman rengî hatiye girtin.
Li Fransayê, rewşa awarte ya piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê hat ragihandin, dewam dike. Hikûmetê diyar kir ku pêşî li êrîşên bi heman rengî hatiye girtin. Biryarên ragirtina li malê ya di çarçoveya rewşa awarte de li hemberî bi sedan kesan hatin dayîn jî, ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve weke biryarên 'li destûra bingehîn tê' hat nirxandin.
Piştî komkujiya Parîsê ku di encamê de 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, operasyonên polîsiye yên li Fransayê dewam dikin. Di daxuyaniya duh de hat ragihandin ku êrîşeke ji aliyê du kesan ve li bajarê Orleansê dihat plankirin, hatiye pûçkirin.
Li aliyê din, îtirazên li hemberî pêkanînên rewşa awarte yên ji 13'ê Mijdarê û vir ve di meriyetê de ye, nayê qebûlkirin. Yek ji 7 milîtanên ekolojîst ên ji ber civîna bilind a avhewayê mehkûmî ragirtina li malê hat kirin, li dijî rewşa awarte serî li Konseya Destûra Bingehîn da, lê ev serlêdan hat redkirin.
Di serlêdanê de hat xwestin ku cezayên ragirtina li malê li dijî destûra bingehîn e û divê tavilê were nirxandin. Di bersiva ji bo vê serlêdanê de hat îdîakirin ku pêkanînên rewşa awarte 'li gorî destûra bingehîn' e. Di biryarê de hat ragihandin ku ragirtina li malê car carna 'pêwîst e û li gorî destûra bingehîn' e.
Konseya Destûra Bingehî vê biryara xwe dispêre xala 66. a Destûra Bingehîn a Fransayê.