Rewşa awarte ya li Fransayê ji bo 3 mehan hat dirêjkirin
Rewşa awarte ya li Fransayê ku piştî êrîşên DAIŞ'ê yên 13'ê Mijdarê hat ragihandin, bi 3 mehan hat dirêjkirin.
Rewşa awarte ya li Fransayê ku piştî êrîşên DAIŞ'ê yên 13'ê Mijdarê hat ragihandin, bi 3 mehan hat dirêjkirin.
Rewşa awarte ya li Fransayê ku piştî êrîşên DAIŞ'ê yên 13'ê Mijdarê hat ragihandin, bi 3 mehan hat dirêjkirin. Di rûniştina duh a Parlamenta Fransayê de bi piraniya dengan dema rewşa awarte hat dirêjkirin.
Qanûna ku ji aliyê Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande ve roja Duşemê hat aşkerakirin, 6 parlamenterên hawirdorparêz ne di nav de, ji aliyê 551 parlamenteran ve hat erêkirin. Li dû nîqaşa 5 saetan a li ser 60 xalan, qanûn hat erêkirin.
Serokê Eniya Çep Andre Chassaîgne di axaftina xwe ya li rûniştinê de ragihand, ku bi şertê rewşa awarte bi sê mehan bi sînor bimîne û pêşketin bê kirin, ew dikarin erê bikin. Lîderê Eniya Çep ragihand ku divê azadiya mirovan bê parastin.
Îro jî wê li Senato qanûnek li ser mijara 'rêveberiya krîza siyasî' pêşkêşî dengdayînê bê kirin. Li gorî vê qanûnê wê kesên ku bi nêzîkatiyên xwe re gefê li civakê dixwin di girtîgeha malê de bên ragirtin, zexta burokratîk li wan bê kirin, kombûnên zerarê didin cemaweriyê bên qedexekirin û radîkal bên kontrolkirin. Her wiha wê li xakên Fransa yên weke Gûadeloûpe, Gûyana û Martînîqûe jî rewşa awarte hebe.