Rêveberên Kantona Kobanê li eniya şer in

Rêveberên Kantona Kobanê li eniya şer in

Rêveberiya Kantona Kobanê, ji bo ku pêşî li komkujiya sivîlan bê girtin banga lezgîn li raya giştî ya navneteweyî kir û bang li gelê Kurd jî kir ku bi her awayî rabe ser piyan. Hevseroka PYD'ê û Serokwezîrê Kantona Kobanê jî di eniya berxwedanê de bajar diparêzin.

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî taxên sivîl ên bajar kirin, rastî berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê hatin û pêşî li çeteyên êrîşkar hate girtin. Li taxên bajar şer berdewam e. çeteyan tang û topên xwe li dora bajar bi cih kirine û bêserober bajar bombebaran dikin. Li bajar şerên giran diqewimin û bi sedan çete hatine kuştin. Siyasetmedarên Kurd jî tevli refên berxwedanê bûn. Hevseroka PYD'ê û Serokwezîrê Kantona Kobanê jî di eniya berxwedanê de bajar diparêzin.