Rejîmê û DAIŞ'ê li hev kirin: Çete Şamê diterikînin

Hat ragihandin ku rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ û El Nûsra li hev kirine, ku çete xwe ji Şam û derdora wê vekişînin.

Hat ragihandin ku rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ û El Nûsra li hev kirine, ku çete xwe ji Şam û derdora wê vekişînin.

Li gorî agahiyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda xwe li Londonê ye, di mijara vekişîna çeteyan ji Şamê de rejîma Esad û DAIŞ'ê li hev kirine.

Li gorî SOHR, di hevdîtinên bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi çeteyên DAIŞ'ê û El Nûsra re hatine kirin de encam bi dest ketiye û li hev hatiye kirin ku bi sedan çeteyên li başûrê Şamê, herêmê biterikînin.

Hat ragihandin, ku bi sedan endamên DAIŞ û El Nûsra wê tevlî malbatên xwe li otobusan bên siwarkirin û biçin herêmên di bin kontrola çeteyan de ne. Tê texmînkirin, ku hejmara kesên ji herêmê werin derxistin wê bi qasî 3 hezar 500 be.

Li gorî peymanê, çete berî herêmê biterikînin wê çek û maşînên leşkerî yên di destê xwe de ne îmha bikin. Li gorî SOHR bi vê peymanê re wê hebûna DAIŞ'ê ya li Şamê bi temamî biqede.