Rejîma Îranê li ser sînor Kurdek din kuşt
Rejîma Îranê li ser sînor Kurdek din kuşt
Rejîma Îranê li ser sînor Kurdek din kuşt
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kurde din bin hinceta “qaçaxçitiyê dikin” kuşt.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê hatinebidestxistin, rejîma Îranê Kurdek din li ser sînorê bajarê Bane û Başûrê Kurdistanê qetil kir. Hat ragihandin ku bûyer roja 8’ê nîsanê qewimiye.
Hêjayê gotinê ye ku salane bi dehan Kurdên ku ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimînin li ser sînor bazirganiyê bikin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tên qetilkirin. di sala 2012 de bi dehan kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.
DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN
Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.
DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ
Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.