Rejîma Îranê li Makoyê Kurdek din kuşt

Rejîma Îranê li Makoyê Kurdek din kuşt

Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Rojhilat  û Bakûrê Kurdistanê Kurdek bi awayeke bê daraz kuşt.

Kuştinên bê daraz ên li ser sînorê Bakûr-Rojhilat-Başûrê Kurdistanê yên ji aliyê rejîma Îranê ve berdewam dikin. Hêzên rejîmê roj 9’ê nîsanê li Makoyê li ser xeta sînor gule kesê bi navê Secad Çopanî reşandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku Kurdê bi navê Secad Çopanî yê 30 salî xwedî malbat e û çend zarokên wî jî hene.

Hêjayê gotinê ye ku roja 8’ê nîsanê jî Kurdê bi navê “Mihemed Kerîmîpûr jî li ser xeta sînor a bajarê Baneya Rojhilatê Kurdistanê  ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.

Hêjayê gotinê ye ku salane bi dehan Kurdên ku ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimînin li ser sînor bazirganiyê bikin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tên qetilkirin. di sala 2012 de bi dehan kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.

DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.