Rejîma Baas gundê Dibbana topbaran kir

Rejîma Baas gundê Dibbana topbaran kir

Hêzên rejîma Baasê ji balefirgeha Qamişlo gundê Dibbana ku komên çekdar ketinê, topbaran kir. Komên çekdar jî bi topên hawanê bersiv dan û 2 top li qeraxa bajêr ketin.

Hêzên rejîma Suriyê di saetên serê sibehê de gundê Dibbana ku çekdarên Cebhet El-Nasra ketibûnê topbaran kirin. Koma çekdar jî bi topên hawanê bersiv dan hêzên rejîmê. 2 topên ku komên çekdar saet di 08.00’an de avêtin li Taxa Xerbî ketin.

 Topek li mala welatiyê bi navê Bahaeddîn Hemo, yek ji li Dibistana Mişel Selîba ket. Di encama topên hawanê de li her du cihan zirara madî pêk.