Di raporê de cih ji vegotinên şahidan ên li ser navenda îşkenceyê ya li baregeha deryayî ya Hêzên Deryayî yên Srî Lankayê, tê dayîn.
Rapora li ser sûcên îşkence û êrîşên zayendî yên navbera salên 2009-2014'an ên li hemberî gerîlayên Tamîlê, bi serenavê "Şerekî dawî lê nayê: Li Srî Lankayê Îşkence û Şîdeta Zayendî, 2009-2014" hat weşandin.
Li gorî raporê, Tamîliyên di navbera salên 2009-2014'an de li navenda îşkenceyê ya li baregeha li hêzên deryayî ya Trîcomalee hatin ragirtin, bi mehan rastî îşkenceyê hatin. Girtiyên berê ji ITJPSL re axivîn û anîn ziman, cihê ew lê dihatin ragirtin li parêzeran, rêxistinên mafên mirovan û saziyên weke Xaça Sor girtî bû.
Yek ji girtiyên vegotinên wî di raporê de cih girt anî ziman, li cihê îşkence li wan hat kirin şopa xwînê hebû û dengê qîrîniya mehkûman dihate wî. Li gorî raporê, leşkerên Srî Lankayê îşkenceyên gelekî giran ên weke; lêdan, ragirtina bi serberjêrî, şewitandina bi cixareyê, rakirina diran û neynûkan, dikirin.
Di raporê de hat ragihandin, hin girtî jî rastî êrîşa zayendî hatine.
Li gorî vegotinên di rapora ITJPSL de cih girtin, girtiyên Tamîlî yên bi mehan îşkence dîtin, di berdêla bertîl û fîdyeyên ji malbatên wan dihat wergirtin de, bi şertê ku bêdeng bimînin sewqî girtîgehên din dihatin kirin.