RAJIN Gurbetelî Ersoz bibîr anî

RAJIN Gurbetelî Ersoz bibîr anî

Yekîtiya Ragihandina Jinan a Kurdistanê (RAJIN) di 17’emîn salvegera ji destdayîna jiyanê ya yek ji kadroyên pêşeng a tevgera azadiya Kurd Gurbetelî Ersoz de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê diyariyê rojnamevan Denîz Firat ku îsal di êrîşa DAIŞ’ê ya li Mexmûrê jiyana xwe ji dest daye, kirine.

Daxuyaniya RAJIN’ê wiha ye: “Em hevala xwe ya leheng Gurbetelî Ersoz ku hebûna xwe da ser lêgerîna rastî û neheqiyê  di 17’emîn salvegera şehadeta wê de bibîr tînin. Em wek RAJIN li pêşberî bîranîna hemû hevalên xwe yên şehîd di şexsê şehîdên Rojava de  rê nîşanê me dane, bi rêz bibîrtînin û li pêşberî wan rêzdarin.

Di yekemîn salvgera Yekitiya Ragîhandina Jinên Kurdistanê de careke din soz didin ku em dê şopdarên xeta wan bin û  berpiryariya xwe ya ahlaqî  bînin cih.  Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku veguheriye erdnîgariya gola xwînê em wek jin  soz didin ku dê pênûsa hevala Gurbetelî, Hebûn, Sarya, Rojînda, Ekîn, Şîlan û herî dawî jî hevala Denîzli erdê nemîne.  Ji ber vê yekê em 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên jin yên Kurdistanê diyariyê hevala şehîd Denîz Firat dikin.”