Qûrbaniyên êrîşa li Helebê bi girseyî spartin axê

Qûrbaniyên êrîşa li Helebê bi girseyî spartin axê

Doh cenazeyên 14 şehîdên komkujiya Şêx Meqsûd, li gorîstana Şehîdan a gundê Metîna yê navçeya Şeraya Efrînê hatin veşartin.

Doh cenazeyên 14 şehîdên komkujiya Şêx Meqsûd, li gorîstana Şehîdan a gundê Metîna yê navçeya Şeraya Efrînê hatin veşartin..
Cenazeyên 14 şehîdên komkujiya Şêx Meqsûd, doh ji hêla saziya malbatên şehîdan û girseya gel ve li gorîstana şehîdan a gundê Metîna yê bi ser navçeya Şeraya Efrînê ve hatin veşartin. Piştî rêzgirtina cvangoriyan, endama saziya malbatên şehîdan Fatma Hecî ji beşdaran re axivî.
Fatma Hecî di axaftina xwe de êrîşên hêzên rêjîma Sûrî yên hovane li dijî welatiyên sivîl bi tûndî şermezar kirin. Fatma Hecî di berdewamiya axaftina xwe de got ku gelê Kurd li hemberî êrîşên hovane wê ti carî serê xwe xwar neke û wê heta serkeftinê li ser rêya şehîdan têkoşîna xwe bidomîne.
Navên Qurbaniyên ku li gorîstana Şehîdan a gundê Metîna hatin veşartin ev in:
Ela Bekir ê 5 salî, Wîsam Mihemed ê 5 salî, MIhemed Emîn Horo ê 42 salî, Mihemed Mela Mihemedê 21 salî, Welîd Xudo yê 47 salî, Xedîce Xido ya 2 salî, Miohemed Cabir ê 31 salî, Nûrî Mihemedê 9 mehî, Ranya Hemo ya 37 salî, Merwa Mihemed Ebdo ya 4 salî, Mihemed Cabir Nûrî yê 25 salî, Nûrî Cabir ê 9 mehî, Mehmûd Hac Xelîlê 25 salî.