Qetilkirina Bagdu li Amedê hat şermezarkirin

Qetilkirina Bagdu li Amedê hat şermezarkirin

Rojnamegeran ji bo xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu ku dema rojname belav dikir ji aliye hêzên tarî vê li Edeneyê hat qetilkirin li hev civiyan û kuştina Bagdu protesto kirin. Li ser navê rojnamegeran edîtorê Azadiya Welat Çetîn Altun axivî û diyar kir ku ew kujeran nas dikin û heya dawiya hêzên hebe dê ji bo rastî di tariyê de nemîne bixebitin.

Li Amedê bi pêşengiya Cemiyeta Rojnemegerên Azad bi dehan rojnameger ji bo qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Kadrî Bagdu, çalakiya meşê li dar xist û daxuyanî dan çapemeniya. Rojnameger li ber avahiya AZC ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê li hev civiyan û dest bi çalakiya xwe kirin. Nûnerên saziyên sivîl, Hevserokên ŞaredariyaBajarê Mezin a Amedê û yên navçeyan, rêveberên DBP'a Amedê gelek xebatkarên rojnemerên heremî û navneteweyî jî piştigirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê hatin vekirin û dirûşmên, "Şehîd namirin", "Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin", "Kujer dewlet dê hesap bide" û "Ey şehîd riya te riya me ye" hatin berzkirin. Li ser navê Cemiyeta Rojnamegerên Azad edîtorê Azadiya Welat Çetîn Altun daxuyanî xwend û got ku li Tirkiyeyê yek li cînayetên li hemberî rojnemegeran zêde bû. Altun da zanîn ku di van demên dawî de êrîş û polîtîkayên tepisandinê yên li hemberî xebatkarên çapemeniya azad ji nû ve ketine dewre û berî demekê li Amedê êrîşa li hemberî xebatkerên çapemeniya azad bi birxistin. Altun qala şopandina nûçeyan de zext û zordariyên li ser xebatkarên çapemeniya azad kir û diyar kir ku herî dawî xebatkarê rojnemeya Azadiya Welat Kadrî Bagdu li Edeneyê di dema ku rojname belav dikir rastî êrîşa hêzên tarî hatiye bi giranî bîrandar bû şûnde tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jî nehatî xelaskirin û tevli kerwanê şehîdan bûye.

Altun daxuyakirin ku ev êrîşa dawî ji aliye rojnamegeran ve bûye wekî dilopa eniyê û got ku ev êrîş êrîşeke biplan û organîzekirî ye. Altun bilêv kir ku li pey vê êrîşê jî bi helwest û daxuyaniyên xwe yên ku cesaretê dide van çeteyan û hêzên tarî hikûmeta AKP'ê heye û wiha axivî: "Dewlet polîs û leşkerên xwe diajo bi ser hevalên me ve, bi vê yekê hewl dide ku hevalên me biçewisîne lê bi vê yekê jî têr nabe bi destên çeteyan ve êrîşên bi vî rengî pêk tîne û hewl dide ku komkujiyan bike. Rêbaza vê cînayetê nas e. Her çend ku me rûyên tetîkkêşan nedîtîbe jî me ew nas kirin tetîkkêş kî dibe bile bibe, webala vê cînayeta bi alçaxî hatiye kirin rayedarên li ser textê desthilatdariyê rûdinên in. Ji ber vê sedemê ev cînayet wisa li ber pêk hat."

Altun da zanîn ku di salên 90'î de jî siyasetmedarên wê demê bi fermanên ku dan van hêzên tarî, bi dehan hevalên wan yên rojnemegêr qetilkirine û navendên rojnemeyan hatine bombakirin û wiha pê de çû: "Tevî hemû êrîşên derveyî mirovahiye çapemeniya azad gavek paşve neavêt. Ew çeteyên ku li hember çavên polîsan cînayetan dikin, mirovan direvînin û bi awayekî vekrî Saziyên Kurd ên Çapemeniya Azad hedef digirin li holê ne. Em bav û navnîşana wan baş dizanin. Bi qasî yê tetîk kişandî yê zemîn ji cînayetê re çêkirî jî sûcdar e. Tetîkêş mîna şevşevokên ku ji ronahiya rojê ditirsin li nava kolanê havalê me Qadrî Bagdu qetil kirin. Ev kedkerekî hêja ê çapemeniyê bû. Tu zarar nedabû kesî û çavê li mal û canê kesî jî nebû. Armanca wî parastina ziman û fikra azad a gelê Kurd bû. Yên ku kesek wisa qetil kirin nikarin ji xwe re bêjin însan. Ev komên kontrayî versiyona DAIŞ'a xwînmêj a Tirkeyeyê ne."

Altun di dawiya axaftina xwe de got ku bila guman neyê kirin ku dê meşa Çapemeniya Azad bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê li hemberî tarîparêzan ronahiyê ragihînin civakê. Em ê bi bîranînên rêheval Kadrî ve girêdayî bimînin û têkoşîna wî bidomînin. Ev êrîş nikarin me ji rêya me bikin. Em şopdarên Apê Musayan, Gurbetellî Ersozan û Denîz Firatan e."

Piştî daxuyaniye kesên ku tevlî çalaekiyê bûn nezî 2 hezar rojnemeyên ku Azadiya Welat û Ozgur Gûndemê hielgirt û li nav kolanê belavkirin. Piştî belavkirina rojnameyan girse bi meşê çû ber avahiya buroya belavkariya Firatê. Li wir Hevseroka Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axaftinêk qurd kir û got ku ev êrîşên li ser çapemeniya azad nayên qebûlkirin û ew êrîşên wiha salên bêre jî sere çapemaniya azad de hatine. Kişanak diyar kir ku ev 24 sal in ku di dîroka çapemeniya azad de gelek caran rastî êrîşan hatine û bi dehan xebatkarên çapemeniya azad hatine qetilkirin. Kişanak da zanîn ku heke çapemenî çiqas azad be de ev jî ewqas azad bin û wiha got: "Li Edeneyê guleya ku bêre hevalê me dan bera azadiya me hemûya dan. Heke li derekê de demên tarî dike dest pê bikin, li ve derê serî de pênûsên vê dêre yên azad tên qetilkirin. Lê çapemeniya azad de tu car ji rastiyan tawîz neda. Di dîroka xwe de tu caran ser xwe li hemberî hemû pêkutî û zordariyan nedaniye û ji ve pê de jî danayîne."

Piştî axaftina Kişanak, nûnerên sazîyên sivîl û hevserokên şaredariya derketin buroya belavkariya Firatê û sersaxî ji xebatkarên Firatê xwestin.