PYD'ê li dijî êrîşan banga piştgiriya YPG’ê kir
PYD'ê li dijî êrîşan banga piştgiriya YPG’ê kir
PYD'ê li dijî êrîşan banga piştgiriya YPG’ê kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li Qamişlo şermezar kirin û bang li gel kir ku li dijî planên qirêj li dora YPG’ê bibe yek û got: “Êrîşên li Qamişlo jî di çarçoveya şkandina îradeya kurdan û vala derxestina pirojeya kurdan de pêk hatiye. Lê tevî hemû êrîşan jî gelê kurd pirojeya xwe ya xweseriya demokratîk ava kiriye.”
PYD’ê derbarê êrîşa hêzên rêjîma Sûriyeyê ya ku 2 roj beriya niha li Qamişlo li dijî yekîneya YPG’ê pêk hatibû de daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêjîma Baasê hîn bi hemû hêza xwe ji bo parastina desthiladariyê kar dike û hemû riyên çareseriyê girtine, lewre jî xwîna gelên Sûriyeyê her roj tê rijandin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîmê bi awayekî nemerdî êrîşî wesayîta endamên Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Qamişlo kirine û di encamê de 3 endamên Meclîsa YPG’ê ya Qamişlo jiyan xwe jidest dane. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên li Qamişlo di dema ku li Taxa Şêxdmeqsûd a Helebê pevçûn ketin roja 7’an de û leşkerên Sûriyeyê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin kuştin de, pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di dema li Bakurê Kurdistanê hewldanên çareserkirina pirsgirêka kurd çêdibin û bi taybet piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hate xwendin de, hêzên rêjîma Sûriyeyê li şûna ku ji pêngava Ocalan feyde bigire, êrîşî taxên kurdan û YPG’ê dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd ji destpêka şoreşê ve ji bo avakirina Suriyek hevbeş têdikoşe û ev tişt hatin gotin: “Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, tevî hemû hewldanên vala derxistina naveroka pirojeya xweseriya demokratîk jî vê xeta xwe diparêze. Êrîşên li Qamişlo jî di çarçoveya şkandina îradeya kurdan û vala derxestina pirojeya kurdan de pêk hatiye. Lê tevî hemû êrîşan jî gelê kurd pirojeya xwe ya xweseriya demokratîk ava kiriye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêjîma Bass hîn di xewna ku hîn dikare îradeya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bişikîne û kurdan wekî berê ji hev perçe bike, lê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pirojeya xwe ya jinûve avakirina civakê pêk tîne û hewl dide ku têkiliyên biratiya dîrokî di navbera netewên Kurd, ereb, aşûr, suriyanî, ermenî, durzî û baweriyan de xurt bike.
Di dawiya daxuyaniyê de êrîşên rejîmê hatin şermezarkirin û bang li hemû gelê Rojavayê Kurdistanê hate kirin ku li dor YPG’ê û saziyên netewî yên di dema şoreşê de hatine avakirin bibin yek û li dijî plan û êrîşan rawestin. Di daxuyaniyê de her wiha ji malbatên şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane sersaxî hate xwestin.