PYD'ê banga lêpirsînê li Desteya Bilind kir
PYD'ê banga lêpirsînê li Desteya Bilind kir
PYD'ê banga lêpirsînê li Desteya Bilind kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê bûyerên li Amûdê de daxuyaniyek nivîskî weşand. PYD᾿ê ji Desteya Bilind a Kurd xwest ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne, di zûtirîn demê de dest bi lêpirsînê bike, rastiya bûyerê eşkere bike û berpirsyaran darezîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê me li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hatiye dorpêçkirin û herêma Cizîrê ji ber girtina deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve di nava ambargoyê de ye. Hêzên rêjîma Baas jî li Helebê êrîşî taxên kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG᾿ê û hêzên Asayîşê li Amûdê bi hayedarî tevdigeriyan da ku neyên provakasyonên komên çete ku ji aliyê hêzên derve û hin çeteyên bi wan ve girêdayî ev demeke di nava hewldanên xirab kirinê de ne.᾿
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Amûdê li dijî şervanên YPG᾿ê ên ji operasyona dijî komên çekdar li herêma Bendava Şerqî û rêya Dirbêsiyê-Hesekê vedigeriyan, Kurdên piştgiriya dijminên Kurdan dikin bi kevir û guleyan êriş pêk anîne..
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:᾿̓ Ev aliyên bi guman li otêlên Stenbolê rûniştine û bi alîkariya hin saziyên çapemeniyê yên bê nirx, nûçeyan belav dikin ku hêzên YPG’ê û Asayîşê girêdayî PYD᾿ê ne. Bi vî awayî dixwazin nakokiyên xwe yên partiyî bidin pêş. Bi vê yekê dixwazin hêzên parastinê li Rojavayê Kurdistanê bikin ya partiyekê û bidin nîşandan ku ji mafê partiyên dine hêzên xwe yê leşkerî avabikin û Rojavayê Kurdistanê bikin qada komên çekdar.Ji ber ku destê van hêzan di çandina heşîşê de hebû û hêzên Asayîşê heşîş hildikir êrîşî hêzên Asayîşê dikin.᾿̓
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin PYD serbilinde bi hebûna vê hêzê û wiha pêde çû: ᾿̓Du hêzên ku gelek plan û êrîşên li dijî gelê me vala derxistin, gelek caran diyarkirin ku bi heman nêzîkatiyê nêzî hemû partî û rêxistinên siyasî yên kurd dibin. Niha jî Asayîş û YPG ne mecbûrin ku belgeyan ji bo kesên çetetî û koletî qebûlkirine destnîşan bikin. Hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ji Ereb, Kurd, Asûrî, Ermenî, Suryanî, Xiristiyan û Misliman li YPG û Asayîşê wek 2 hêzên navnetewî dinêrin.᾿̓
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ev kesên çete hewl didin ku Amûdê perçe bikin û ev tişt hate gotin: ᾿̓Ev çete kesên li Hewlêr û Stenbolê ne. Pêwîste gelê me yê bexwedêr li dijî planan derkevin, ji kesên li ser hin kanalên Tv derdikevin û nûçeyên weke şerê navxweyiye belav dikin, şermezar bikin û bi zanin ku ev kes jî beşek ji planê ne, pêwîste ji xeta xwe ya şaş vegerin.᾿̓
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ᾿̓Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bang li Desteya Bilind a Kurd dikin da ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabe, derbarê bûyerên Amûdê de dest bi lêpirsînê bike û di zûtirîn demê de rastiyên bûyerê eşkera bike, da ku perpirsyarên bûyerê werin darizandin.᾿̓