Pûtîn: Tirkiye wê ji ya kiriye poşman bibe!

Pûtîn got, "Tirkiye wê ji ya kiriye poşman bibe. Eger ji Tirkiyeyê heye ku nerazîbûna me wê bi tenê ji aliyê aborî ve be, hingî xwe dixapîne."

Vladîmîr Pûtîn, ji endamên Meclîsa Federal a Rûsyayê re, krîza piştî xistina balafira Rûs a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de rû da, nirxand. Pûtîn got, "Tirkiye wê ji ya kiriye poşman bibe. Eger ji Tirkiyeyê heye ku nerazîbûna me wê bi tenê ji aliyê aborî ve be, hingî xwe dixapîne."

Pûtîn ji endamên Meclîsa Federal re peyivî û got, "Ez fêm nakim çima Tirkan balafira me xistin. Xwedê zane bê çima ev kirine. Divê em karibin hemû pirsgirêkan -yên ku em wan ji berê ve nabînin jî- bi awayekî cuda çareser bikin."

'TIRKIYE WÊ JI YA KIRIYE POŞMAN BIBE'

Pûtîn da xuyakirin ku ji mirina pîlotê wan, elîtên Tirk berpirsyar in û ew ê vê yekê ti carî ji bîr nekin. Vladîmîr Pûtîn got, "Tirkiye wê ji ya kiriye poşman bibe. Eger ji Tirkiyeyê heye ku nerazîbûna me wê bi tenê ji aliyê aborî ve be, hingî xwe dixapîne."

'EM Ê XISTINA BALAFIRA ME YA ŞER JI BÎR NEKIN'

Beşek ji axaftina Pûtîn bi vî rengî ye:

"Em dizanin ku li Tirkiyeyê bi petrola dizî re bêrîka kê tê dagirtin û ji bo rêxistinên terorê milîtan tên peydakirin. Gelê Tirk dostê me yê berê ye. Dibe ku li Tirkiyeyê hevalên gelekî kevn û pê bawer ên Rûsyayê hene. Bila ew zanin ku em wan û rêveberiya Tirk bi heman rengî nabînin. Bila ji me, helwest û hestên hêrsbûyînê hêvî nekin. Em ê xistina balafira me ya şer ji bîr nekin. Tirkiye wê ji ya kiriye poşman bibe.

Iraq, Lîbya, Sûriye niha herêmên anarşî ye û gefê li tevahiya cîhanê dixwin. Nepêkane ku terorê bi tenê bi alîkariya welatekî were têkbirin. Bi taybetî di rewşeke ku sînor vekirî ne û gel koç dikin de."