Pûtîn: Me hê ji Enqereyê daxuyaniyeke bê fêmkirin nebihîstiye
Pûtîn got, "Em qet qebûl nakin ku kesên di têkoşîna li hember terorê de em wan weke partner qebûl dikin ji pişt ve bi xayîntî li me bidin.”
Pûtîn got, "Em qet qebûl nakin ku kesên di têkoşîna li hember terorê de em wan weke partner qebûl dikin ji pişt ve bi xayîntî li me bidin.”
Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn der barê balafira Rûs a Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê xist daxuyaniyên nû da.
Pûtîn got, "Em qet qebûl nakin ku kesên di têkoşîna li hember terorê de em wan weke partner qebûl dikin ji pişt ve bi xayîntî li me bidin.”
Pûtîn diyar kir ku tê xwestin têkiliyên Rûs-Tirk ber bi xitimandinekê bên ajotin û ji vê rewşê xemgînin.
Pûtîn ev nirxandin kir: “Wer tê xuyakirin ku Tirkiye bi zanebûn têkiliyan ber bi xitamandinê ve diajo. Xistina balafira me bûyereke li dijî hiqûqa navneteweyî bû. Me hê jî ji Enqereyê têkildarî vê mijarê daxuyaniyeke bê fêmkirin nebihîstiye. Tevî ku lêborîn ji me nehatiye xwestin, kesî negot wê zerar bê telafîkirin an jî sûcdar bên cezakirin. Hin kes bi xweşbînî li terorîstan dinêrin û ji petrola derveyî qanûnî pere qezenc dikin. Tenê ne terorîstan, karên wan ên derveyî qanûnî yên wek petrol, narkotîk, berhemên hunerî û bazirganiya çekan dinixumînin. Di heman demê de mîlyar dolaran qezenc dikin.”