Projeya qenala ji Derya Sor heta Gola Lûtê
Hikûmeta Urdunê, projeya avê ji Derya Sor diherikîne Derya Mirî (Gola Lûtê) pêşkêşî îhaleyê vekir.
Hikûmeta Urdunê, projeya avê ji Derya Sor diherikîne Derya Mirî (Gola Lûtê) pêşkêşî îhaleyê vekir.
Hikûmeta Urdunê, projeya avê ji Derya Sor diherikîne Derya Mirî (Gola Lûtê) pêşkêşî îhaleyê vekir. Bi vê projeya ku rêxistinên hawirdorparêz li dij derdikevin re tê xwestin, ku salane 300 mîlyon metrekup ava deryayê bê paqijkirin û ji bo Derya Mirî bê herikandin.
Ji bo herikandina vê avê jî, wê ji Derya Sor heta Derya Mirî ya di navbear Urdun, Îsraîl û Fîlîstînê de ye, qenalek bê çêkirin. Ji bo çêkirina vê qenalê, divê şîrket pêşniyarên xwe heta dawiya meha Adarê pêşkêş bikin.
Biryara li ser projeyê, di encama lihevkirina navbera Urdun, Îsraîl û Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê de hatibû wergirtin. Bi navenda parizandina ava deryayê û qenala mezin re tê xwestin ku salane 300 mîlyon metrekup ava deryayê bigihêje Derya Mirî. Lê belê di asta destpêkê ya projeyê de wê navenda parizandinê, salane 85 mîlyon metrekup avê biherikîne.
Tê plankirin ku beşek ji vê ava ji Derya Sor were anîn, ji aliyê Îsraîl û Fîlîstînê ve bê bikaranîn. Tê payîn ku maliyeta giştî ya projeyê 900 mîlyon dolar be.
Ava Derya Mirî (Gola Lûtê) ji salên 1960'î û vir ve timî kêm dibe. Li gorî pîvandinek di sala 2013'an de hat kirin, derket holêk u gol 427 metre nizmî deryayê ye.
HAWIRDORPARÊZ LI DIJ DERDIKEVIN
Lê belê zanyar li dijî vê projeyê derdikevin. Fikar hene ku di dema paqijkirin û herikandina ava deryayê de Derya Mirî bê qirêjkirin. Tê gotin, ku ava ji deryayê bê herikandin, gelekî kêmî 700 mîlyon metrekup ava ku Derya Mirî salane winda dike, ye.