Polîtîkaya "Go Home" ya Swîsreyê!

Şert û mercên jiyanê yên penaberên li Swîsreyê roj bi roj giran dibin. Penaberên li kantona Chûr a Swîsreyê dijîn, tevî ku di nava mercên zehmet ên kampê de ne, rastî zexta psîkolojîk a rayedaran tên.

Şert û mercên jiyanê yên penaberên li Swîsreyê roj bi roj giran dibin. Penaberên li kantona Chûr a Swîsreyê dijîn, tevî ku di nava mercên zehmet ên kampê de ne, rastî zexta psîkolojîk a rayedaran tên.

Penaberên ji ber şerê li welatên xwe ji neçarî xaka xwe terikandine û piştî rêwîtiyeke dirêj xwe gihandine welatên Ewropayê, di nava şert û mercên zehmet de tên ragirtin. Di çarçoveya polîtîkayên Swîsreyê yên li hemberî penaberan de, ku roj bi roj tên şidandin, mercên jiyanê yên penaberên li gelek kampan dijîn, tên girankirin. Li hemberî vê rewşê nerazîbûna penaberan jî mezin dibe.

Kampa penaberan a Fluelî ya li bajarê Grusch ê kantona Chûr a Swîsreyê, bi tenê yek ji van kampan e ku penaber di nava mercên zehmet de lê dijîn. Ev kampa ku penaberên bersiva neyînî ji serlêdana wan a penaberiyê re hatine dayîn tên ragirtin, bi zanebûn ji bajêr hatine dûrxistin. Gundê herî nêzî vê kampê bi qasî 20 deqeyan dûr e. Kamp li serê çiyayekî hatiye çêkirin.

KESEK DENGÊ WAN NABIHÎZE!

Ji kampê ber bi gundê herî nêz ve serê çend saetan carekê bi tenê otobus diçe. Lê belê ji ber ku ji penaberên li vê kampê dimînin re ti alîkariyeke pere nayê dayîn, gelek penaber derfetên xwe nîne ji kampê derkeve.

Penaberên di nava şert û mercên zehmet de li vê kampê tên ragirtin, ya li welatê jê hatine tên vegeran din an jî di çarçoveya peymana Dûblînê de li bendê ne ku li gorî şopa tilî ji welatekî din ê Ewropayê yê berê lê bûn, werin şandin. Heta vê pêvajoyê jî, ji ber ku bersivek erênî ji serlêdana wan a li Swîsreyê re nehatiye dayîn, ti alîkariya madî jî ji wan re nayê dayîn.

Ji bo karibin bijîn, hefteyê carekê hinek xwarin û tiştên pêdiviyan wan pê heye tê dayîn. Penaber bi van madeyên xwarinê re bi zor û zehmetiyê hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Bi armanca sererastkirina mercên wan ên jiyanê penaberan beriya niha gelek caran çalakî lidar xistin. Penaberan bang li saziyên mafên mirovan kirin ku bala xwe bidin ser kampa Fluelî.

GO HOME!

Li vê kampê bi qasî 35 penaber tên ragirtin. Ji van penaberan Hasan Sinirtaş ji ANF'ê re axivî. Sinirtaş diyar kir ku şert û mercên jiyanê yên li kampê gelekî zehmet in û got, "Penaberên li vê derê bi zexta birçîbûn û psîkolojîk re tê xwestin ku ji welatên jê hatine bên şandin. Wezîfedarên li vê derê her roj ji me re bi Îngilîzî dibêjin 'Go Home' û bi vî rengî zexta psîkolojîk li me dikin."

Sinirtaş da zanîn ku bi madeyên xwarinê yên rayedar dem bi dem didin wan re ew debara xwe dikin û got, "Bi lîtreyeke rûn a mehê carekê tê dayîn û bi paketek ard a hefteyê carekê didin, penaberên li vê derê hewl didin bijîn. Madeyên xwarinê yên ji bilî vê jî, gava dema li ser bikaranîna wan dibihurin ji me re tên dayîn. Ji ber ku ti alîkariya madî nayê kirin û pereyê piraniya penaberên li vir nîne, şensê xwe tineye ku biçe tiştekî ji xwe re bikire. Ji ber ku em li serê çiyê ne, devereke ku em biçin nîne."

EGER PEREYÊ TE TINEBE TU NIKARE BIÇE NEXWEŞXANEYÊ

Sinirtaş da xuyakirin ku ji ber sîgorta tenduristiyê ya penaberên li vir nîne û pereyê xwe tineye, nikarin biçin nexweşxaneyê û anî ziman ku rayedarên ku çend saetan carekê tên kampê, li şûna çareserkirina pirsgirêkan, timî pêkanînên îllegal li wan dikin. Sinirtaş diyar kir ku gelek penaberên berê sûcê edlî kirine û di girtîgehê de mane, li vê kampê tên ragirtin û anî ziman ku ji ber vê yekê li kampê gelek caran di navbera penaberan de pirsgirêk derdikevin.

...