Polîsê Fransayê hewl dide nasnameya kujerê sêyemîn diyar bike
Wêneyê kiryarekî din ê komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê hat kuştin, hat weşandin. Nasnameya vî kesî hînê nehatiye diyarkirin.
Wêneyê kiryarekî din ê komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê hat kuştin, hat weşandin. Nasnameya vî kesî hînê nehatiye diyarkirin.
Wêneyê kiryarekî din ê komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê hat kuştin, hat weşandin. Nasnameya vî kesî hînê nehatiye diyarkirin. Polîsê Fransayê, ji bo diyarkirina nasnameya vî kiryarî, bang li kesên agahiya xwe di vê der barê de heye, kir.
Rêxistina Polîsan a Neteweyî di malpera xwe ya twîtterê de wêneyê şexsê sêyemîn ê di êrîşa li ber Stade de France de mir, weşand. Polîs xwest, ji bo diyarkirina nasnameya vî kiryarî, mirovên wî nas dikin li ûmara 197 a xeta taybet bigerin.
Wêneyê kiryarê komkujiya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin, li vê navnîşanê hat weşandin:
https://twitter.com/PNationale