Polîsê Belçîkayê têkildarî komkujiya Parîsê navê 2 kesên din aşkera kir

Dozgeriya Belçîkayê da xuyakirin, ku li du gumanbarên têkiliya xwe ji bi yek ji berpirsyarên komkujiya Parîsê Salah Abdeslam heye, tê gerîn.

Dozgeriya Belçîkayê da xuyakirin, ku li du gumanbarên têkiliya xwe ji bi yek ji berpirsyarên komkujiya Parîsê Salah Abdeslam heye, tê gerîn.

Di daxuyaniya dozgeriyê ya li ser înternetê hat weşandin de, wêneyên du kesên li Bûdapeşteyê bi Salah Abdeslam re hevdîtin kirine, hat weşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev her du kes di destpêka meha Îlonê de bi Abdeslam re çûne Macarîstanê û bi pasaportên sexte yên Belçîkayê re ji sînorê Awûstûrya-Macarîstan derbas bûne. Hat gotin ku van kesan pasaportên bi navê Soûfîane Kayal û Samîr Boûzîd bi kar anîne.

Dozgeriyê diyar kir ku bi yek ji van nasnameyên sexte re li bajarê Aûvelaîs xaniyek hatiye kirê kirin û polîsan di dawiya meha Mijdarê de avêtine ser vî xanî û lêgerîn pêk anîne. Dozgeriyê da xuyakirin ku bi nasnameya din re jî 4 roj piştî êrîşên li Parîsê, pere pê hatiye transferkirin. Hat ragihandin ku 750 pereyê hatiye transferkirin, ji pispamê yek ji navên piştperdeya êrîşê Abdulhamîs Abaaûd re hatiye şandin.

Polîsê Belçîkayê jî da zanîn ku ev kesên li wan tên gerîn 'xetere û dibe ku bi çek bin' û hişyarî hat dayîn.