Polîsan zarokê 14 salî ji serê wî birîndar kirin

Polîsan zarokê 14 salî ji serê wî birîndar kirin

Li Taxa Şehîdlîk a Amedê polîsên li dewriyeyê digeriyan zarokê 14 salî Ramazan Hanas bi bombeya gazê ji serê wî birîndar kirin. Hanas di nava xwînê de ket erdê û polîs jî ji cihê bûyerê reviyan.

Bûyer di 3’ê Mijdarê de di saetên êvarê de li Taxa Şehîdlîk Dortyolê pêk hat. Polîsên li dewriyeyê digeriyan Ramazan Hanas ê ji dikana qesab a bavê xwe vedigeriya kirin hedef. Polîsan gaza bombeyê ji pişt ve avêt Hasan û ji serê wî birîndar kirin. Hanas li erdê ket û ambulansên hatin cihê bûyerê ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Selahaddîn Eyubî. Xwîna ji serê wî dihat hat sekinandin û di nîvê şevê de hat derxistin. Roja din di MR’ê de derket holê ku xwîn ji mêjiyê wî tê. Hanas diyar kir ku ew ji dikana bavê xwe diçû malê û polîsên ji pêş dihatin tiştek avêtin û guleya bombeya gazê bû û wiha got: “Ez ketim. Hişê min ne li cih bû. Min çavên xwe li nexweşxaneyê vekir."

Malbata Hanas jî gotin ew ê pey bûyerê bernedin û wê şopdarê dozê bin.