Polîsan li Norşîn xwe spartin avahiya hikûmetê
Polîsan li Norşîn xwe spartin avahiya hikûmetê
Polîsan li Norşîn xwe spartin avahiya hikûmetê
Li navçeya Norşîn a Bedlîsê 3 saet in ku pevçûnên li kolanan didomin polîsan xwe spart avahiya hikûmetê ya navçeyê. Ji gava ku çalakiyan destpê kiriye ji belavkarê rojnameya Azadiya Welat û nûçegihanê dilwxaz ê DÎHA Ugur Yilmaz agahî nayên girtin.
Li navçeya Norşîn a Bedlîsê danê nîvro girseya xwest li berxwedana Kobanê xwedî derkeve li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bû. Piştî girse kom bû ku êrîşa polîsan destpê kir pevçûn 3 saet in didomin.
Rêya Mûş û Bedlîsê ku li trafîkê hatin girtin, ji ber pevçûnên rû dan, polîs neçar man bikevin avahiya hikûmetê a li navçeyê.
Hat ragihandin ku ji navend û navçeyên Bedlîsê polîs hatine teqwiyekirin, Ji gava ku çalakiyan destpê kiriye gahî ji belavkarê rojnameya Azadiya Welat û nûçegihanê dilwxaz ê DÎHA Ugur Yilmaz agahî nayên girtin.
Pevçûnên ku polîs zêde pir zêde bombeyên gazê bi kar tînin dewam dikin.