Polîsan li Kerboranê gel hat gulebarankirin, 6 birîndarên giran
Polîsan li Kerboranê gel hat gulebarankirin, 6 birîndarên giran
Polîsan li Kerboranê gel hat gulebarankirin, 6 birîndarên giran
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê piştî merasîma cenazeyê du welatiyên ji aliyê Huda-Par’iyan ve jiyana xwe ji dest dan vê carê jî ji avahiya polîsan a navçeyê gel hat gulebarankirin. Di nav wan de Hevşaredar Sînan Akan jî ku heye gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin wergirtin piştî roja Çarşemê di meşa silavkirina berxwedana Kobanê de êrîkarkarên ku tên gotin Huda-Par’î ne êrîşî gel kirin welatiyê bi navê Bîlal Gezer û Sînan Toprak jiyana xwe ji dest dan. Îro piştî her du welatî bi merasîmekê hatin defnkirin û şûnde gel careke din rastî êrîşa çekdarî hat.
Ji avahiya polîsan ku gel hat gulebarankirin di nav wan de Hevşaredarê Kerboranê Sînan Akan jî ku heye gelek kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku Akan ji milê xwe birîndar bûye. Hate diyarkirin ku ji birîndaran 6 kes giran in û Akan jî ji destê xwe birîndar bûye.