Polîsan li Geverê gorên gerîlayên HPG’ê xera kirin

Polîsan li Geverê gorên gerîlayên HPG’ê xera kirin

Hat diyarkirin li navçeya Geverê ya Colemêrgê gorên aîdî gerîlayên HPG’ê yên li Taxa Orman ji aliyê polîsan ve hatin xerakirin.

Hat ragihandin ku li navçeya Gever a Colemêrgê gorên aîdî gerîlayên HPG’ê yên li Goristana Taxa Orman ji aliyê polîsên Tirk ve hatin xerakirin. Li gorî axaftinên şahidên bûyerê, duh di saetên şevê de polîs bi wesayîtên zirxî çûne goristanê, kevirên gorên gerîlayên HPG’ê Fuat Terzîoglu (Nurden Avaşîn) û Orhan Akdogan (Rustem Gever) şikandine, al û gulên li ser goran jî parçe kirine. Polîsên gor xerakirin li wesayîta xwe siwar bûne û ji herêmê bilez dûr ketine.

Rayedarên MEYADER ên sibehê li ser agahiya xelkê taxê hatin goristanê, li goristanê lêkolîn kirin. Serokê Navçê yê DBP’ê Fîkret Turgu yê li gel nûnerên MEYADER bû, êrîşa li hember goristanê şermezar kir û got ku wê li dijî her cure êrîşên li hemberî nirxan derkevin.