Polîsan li Geverê êrîşî ciwanan kir

Polîsan li Geverê êrîşî ciwanan kir

Li Geverê ciwanên ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin. Ji ber êrîşa polîsan di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket.

Li navçeya Gevera Colemêrgê ciwan ji bo piştigiriyê bidin berxwedana Kobanê li ser rêya Cengîz Topel li hev kom bûn. Ciwanên ku ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan meşiyan li ber otela Osloyê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi molotof û fîşekên hewayî xwe parastin. Li ser êrîşa polîsan esnafên derdorê derabeyên dikanên xwe girtin.