Polîsan li Cizirê gule li gel reşand: 2 jê giran 20 birîndar

Polîsan li Cizirê gule li gel reşand: 2 jê giran 20 birîndar

Li navçeya Cizîra Şirnexê polîsên Tirk bi çekan êrîşê meşa bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, kirin. Di encama êrîşê de 2 jê giran, bi giştî 20 kes birîndar bûn.

Polîsên Tirk li Cizîrê êrîşê meşa bi armanca şermezarkirina DAIŞ û komploya 9’ê Cotmehê kirin û di encamê de pevçûnên dijwar dest pêkirin. Pevçûnên li navçeyê berdewam dikin.

Hate ragihandin ku polîsan bi tifengên nêçîrê gule li gel reşand û di enacmê de 2 jê birîndar bi giştî 20 kes birîndar bûn. Pevçûnên li navçeyê belavî hemû kuçe û koalan bûn, û ciwanan dîrekên kamerayên mobeseyê birîn û mobeseyan anîn xwar. Ciwanan agir berdan wesayitan û li ser cadeyan bend danîn û rê li trafîkê girtin.

Çalakger bi molotof, kevir, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersivê didin êrîşên polîsan. Pevçûnên li navçeyê berdewam dikin.

Di encama êrîşan de nûçegihana rojnameyeke herêmî Mesût Guleş jî birîndar bû.