Polîsan êrîşî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê kirin
Polîsan êrîşî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê kirin
Polîsan êrîşî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê kirin
Xwendekarên welatparêz û muxalîf bi armanca şermezarkirina bûyerên duh bi êrîşa komekî xwendekar neyî ya bi dar û kêran a li Zanîngeha Dîcleyê şermezar bikin meşek li dar xistin û polîsan bi bombeyên gazê êrîşî meşê kirin. Di dema êrîşê de hinek xwendekar birîndar bûn û li zanîngehê bûyer didomin.
Gelek xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi armanca şermezarkirina koma xwendekar neyî ya duh bi daran û destikên hesin êrîşî xwendekarên welatparêzêr û muxalîf kirin li ber Fakulteya Perwerdeyê hatin cem hev. Xwendekaran slogana "Dîcle dê ji faşîzmê re bibe gor" qîr kirin û gelek xwendekarên fakulteyên din jî hatin tevlî xwendekaran bûn. Gelek endamên Egîtîm Sen'ê jî ji bo tevlî çalakiya xwendekaran bibin hatin ber fakulteyê.
Xwendekar xwest ku li ber Navenda Kongreyê ya koma êrîşkar a konferasê li dar dixe daxuyaniyê bidin dest bi meşê kirin. Polîsan jî anons kir û diyar kirin ku ew destûrê nadin tu daxuyanî û meşan. Endamên Egîtîm Sen'ê ji bo barîkant bên rakirin bi rayedarên pevdîtin kirin. Bi sedan xwendekaran dest bi meşê kirin û ji barîkata polîsan derbas bûn. Xwendekarên di nava zeviyan de ber bi Navenda Kongreyê ya di nava kampusê de meşiyan û sloganên "Dîcle dê ji faşîzmê re bibe gor" û "Hîzbul şeytan li kurê bin Apocu dê li wir bin" qîr kirin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî xwendekarên di nava zeviyan de dimeşiyan kir. Di dema mudaxeleyan de hinek xwendekar birîndar bûn. Xwendekaran jî bi keviran bersiva polîsan da û bûyer berdewam dikin. Polîsan ji helîkopterê jî bombeyên gazê avêtin xwendekarên welatparêz.
Li zanîngehê tedbîrên polîsan ên awarte balê dikêşin. Li ber avahiyên fakulteyê bi sedan hêzên çewîk, wesayîtên zirxî û TOMA disekînin.