Polîsan êrîşî meşa ji bo Kobanê ya li Qoserê kirin

Polîsan êrîşî meşa ji bo Kobanê ya li Qoserê kirin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê xwepêşandana li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat lidarxistin, polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrîş bire ser. Piştî girseyê jî bi keviran bersiva êrîşan dan, pevçûnên destpê kirin didomin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember kantona Kobanê li Qada Ozgurluk a navçeya Qoserê bi sedan kes kom bûn.

Bi sedan kesên di nav wan de rêxistina DBP’ê ya navçeya Qoserê, HDP, TUHAD-DER, MEYA-DER û Hevşaredarên Qoserê Îsmaîl Asî û Leyla Salman jî hebûn girseyê bi fîtîk û lêxistina tenekeyan zîncîra mirovan çêkirin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ, zîncîra ji mirovan hat çêkirin, polîsan bê hişyarî bi ava şid û gaza îsotê êrîş kirin.

Girseyê bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiva êrîşa polîsan dan.

Pevçûn li Îpek Yolu, Qada Ozgurluk, Parka Mehmet Sîncar û nava taxan didomin