Polîsan êrîşî meşa ji bo Kobanê kir
Polîsan êrîşî meşa ji bo Kobanê kir
Polîsan êrîşî meşa ji bo Kobanê kir
Li navçeya Farqîn a Amedê û navçeya Esenyurt a Stenbolê ciwanan bi armanca piştgirî bidin berxwedana Kobanê çalakî lidarxistin. Li Farqînê ciwan bi polîsan re pevçûn, li Esenyurtê jî ciwanan ji bo Kobanê şahiyek li dar xist.
Li navçeya Farqîn a Amedê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) ku ji bo êrîşên li ser Kobanê şermazar bikin derketibûn qadan Rêya Amed-Bedlîsê ji trafîkê re girtin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmayên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî demekê polîsên ku bi TOMA'yan hatine cihê bûyerê bi ava şid, bombeyên gazê mudaxale li ciwan kir. Ciwana jî xwe bi bombeyên deng û keviran parast. Du wesayîtên polîsan ji ber bombeyên deng ên ciwanan zerar ditîn û xerabûn.
Çalakiyan heta derengiya şev dewam kirin.
STENBOL
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Esenyurtê bi boneya piştevanî bidin Kobanê û Şengalê şahiyek li dar xist. Şahî li Salona Dawetê ya Şen bi tevlîbûna rayedar û endamên her du partiyan hate lidarxistin. Endama MYK'ê ya HDP'ê Fîlîza Koçalî di şahiyê de bal kişand ser şervanên YPG/YPJ'ê ku li Kobanê li berxwe didin û wiha axivî: "Ew tenê axa xwe naparêzin, rûmet û şerefa me jî diparêzin. Pêşeroja hemû mirovahiyê diparêzin."
Piştî axaftinan sînevîzyonên li ser berxwedana Kobanê û komkujiya Şengalê hatine amadekirin hatin nîşandan. Bername bi konsera hunermendên NÇM'ê bi dawî bû.