Polîsan êrîşî çalakiya Kobanê ya li Nisêbînê kirin
Polîsan êrîşî çalakiya Kobanê ya li Nisêbînê kirin
Polîsan êrîşî çalakiya Kobanê ya li Nisêbînê kirin
Polîsan êrîş bi ser gelê Nisêbînê yê êrîşên li hember Kobanê şermezar dikir.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê welatiyan dikanên xwe girtin û daketin qadan. Bi sedan welatiyên li Cadeya Onder a Nisêbînê hatin cem hev, heta Qada Newrozê meşeke bi meşale li dar xistin. Hejmara welatiyan ku li wir gihişt hezaran dirûşmayên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Nakeve nakeve Kobanê nakeve", "Heta yek Kurd hebe Kobanê nakeve" gotin û Rêya Îpekê ya dîrokî li trafîkê girtin.
Welatiyên êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, bombeyên deng û molotofan bersiv dan polîsan. Di pevçûnê de bi dehan welatî birîndar bûn.
Her wiha di çalakiyê de ciwanên endamê YDG-H, YDG-K’ê ku wesayît rawestandin û kontrola bagaj û nasnameyan kirin, kesekî bi navê Ridvan Yagşî yê li navçeyê fihûşê dide kirin û tiryakê difiroşe bi sedema guh nedaye hişyariyan derb kirin.