Polîs li Kerboranê bi çek li kolan û taxan digerin

Polîs li Kerboranê bi çek li kolan û taxan digerin

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ya di çalakiyên ji bo Kobanê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn polîs û leşker li nava kolan û kuçeyan bi çekan digerin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê piştî çalakiyên bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê re pêk hatin, rastî êrîşên Hîzbulkontra, polîs û leşkeran hatin û di encama êrîşan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bibûn. Piştî çalakiyan gelek polîsên tîmên taybet û leşker sewqî navçeyê hatin kirin.

Bi ser bûyeran de tevî ku du hefte derbas bûn jî hê kiryarên cînayetan û birîndaran nehatine dîtin û dîmenên li navçeyê pêk tên ji dîmenên salên 90'an xirabtir in. Li navçeyê polîsên tîmên taybet bi çekên di destên wan de li navenda bajar digerin û disa li kolan û kuçeyan bi wesayîtê zirxî bi konvoy digerin. Welatiyên navçeyê ji ber vê yekê nerihet in.

Welatiyan li hemberî rewşa pêk tên bi gotinên "Heke wê pêvajoya aştiyê di bin siya çekan de pêk bê em pêvajoya wisa naxwazin" bertek nîşan dan. Welatiyan dan zanîn ku heke wê li navçeyê hewldana tirsê pêk bînin, bikin bila kiryarên qetilkirinan û birîndaran peyda bikin.