PKK: Ji Şoreşa Rojava veger nîne
PKK: Ji Şoreşa Rojava veger nîne
PKK: Ji Şoreşa Rojava veger nîne
PKK'ê 1. salvegera şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Tovên vê şoreşê beriya 35 salan ji aliyê Rêber Apo ve hat avêtin û bi hewldan û kedeke mezin hat hûnandin. Şoreşa Rojava îro gihaştiye wê astê, ku jê veger nîne."
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi belavokekê 1. Salvegera Şoreşa Rojava ya 19. Tîrmehê bi kelecan û coşeke mezin silav kir.
Di daxuyaniya PKK'ê de, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19'ê Tîrmehê weke "Gava yekemîn a rêxistinbûyîna cewherî û têgihiştina azadiyê ya gelan a Rojhilata Navîn" hat binavkirin û hat destnîşankirin ku hemû Kurdistanî û welatiyên Rojhilata Navîn ên bi rûmet û welatparêz, di vê rê de dimeşin.
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê weha dewam kir:
"Tevî ku bi salan di bin zext û mêtîngeriyê de ma, gelê me yê li Rojava ti carî ji welatparêziya xwe ya dîrokî û mezin paşve gav neavêt û her tim di têkoşînên azadiyê yên li parçeyên din ên Kurdistanê cih girt. Bi Şoreşa 19'ê Tîrmeha sala 2012'an re, azadiya ku heq dikir bi dest xist û ev yek ne tenê ji bo Rojava, di serî de her çar parçeyên Kurdistanê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî û ronahiya azadiyê.
Tovên vê şoreşê beriya 35 salan ji aliyê Rêber Apo ve hat avêtin û bi hewldan û kedeke mezin hat hûnandin. Şoreşa Rojava îro gihaştiye wê astê, ku jê veger nîne.
Li dijî hegemonya kapîtalîst-emperyalîst û berjewendiyên netew-dewletên statukoparêz ên desthilatdar, Şoreşa Rojava xeta xwe ya serbixwe xist meriyetê û bi xeta Xweseriya Demokratîk a Alternatîf re ji niha ve ji bo tevahiya gelên li Rojhilata Navîn bûye perspektîfa azadî û hêviyê.
Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê, di kesayetiya Rêber Apo de di her şert û mercî de felsefeya azadiyê ya Kurdistanê parast,piştgirî dayê, di vê têkoşînê de berdêlên mezin da, êşên mezin kişand, lehengiyên mezin nîşan da û bi dehan-sedan zarokên xwe yên leheng şehîd da. Niha jî xwedîderketin, parastin û pêşvebirina vê Şoreşa gelê me ya Rojava, wezîfeya bingehîn, deynê rûmet û namûsê yê hemû Kurdên welatparêz û Kurdistaniyan e.
Divê were zanîn, ev şoreş pêşgava jiyana biratî, wekhevî û azadiyê ya gelên me ye, ji lewre xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji her demê bêtir girîng e ku herkes li gorî girîngiya dîrokî ya vê temê tevbigere û bi yekitiyê têbikoşin.
Em weke tevgera azadiyê ya Kurdistanê, bang li hemû gelê xwe, pêkhateyên li Kurdistanê, çand û nasnameyên cûda yên li Kurdistanê dijîn dikin ku li dora Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê bicivin, li dijî hemû dek û dolabên netew-dewletên herêmê û hegemonyayiyên emperyalîst têkoşîneke xurt bimeşînin.
Li dijî dijminahiya gelan, kolekirina jinan û serdestiya hovane ya li hemberî gelan, em hemû lehenên ji bo azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane û rêz û hurmetên xwe pêşkêş dikin.
Em weke Partiya Karkerên Kurdistan (PKK'ê diyar dikin, ku mîna li her parçeyên Kurdistanê, emê di her şert û mercî de şoreşa azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê biparêzin, li gel şoreşê bin, her şêweyên piştgiriyê bidin û amade ne her karên pêwîst ji bo wê bikin.
Di serî de hevalên Şîlan û Xebat ên ji vê şoreşê re pêşengî kirin, em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û hevalên xwe yên şoreşger bi rêzdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wan didin. Dîsa, diyar dikin ku em êşa zarokên leheng ên gelê me şervanên YPG'ê û gelê me yê fedekar parve dikin û destnîşan dikin ku emê her tim li cem gelê xwe bin.
Li ser vê bingehê, em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên demokrat dikin, ku ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest, bi giyana mezin a Şoreşa Rojava, tevlî têkoşîna azadiyê bibin."