PJAK 10 salî ye: Banga yekitiya di bin sêwanekê de kir

PJAK 10 salî ye: Banga yekitiya di bin sêwanekê de kir

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi şahiyeke mezin salvegera xwe ya 10’emîn pîroz kir. Di şahiyê de banga “Wext hatiye ku di nava hêzên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê de yekîtî saz bibe û di bin sêwanekî de tekoşînê bidin meşandin” hate kirin.

PJAK weke partiyeke Kurd li dijî rejîma Îslamî ya Îranê û ji bo demokratîzekirina Îranê di sala 4’ê nîsana 2004’an de weke partiyeke Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê xwe damezrand. PJAK, di 10’emîn salvegera xwe de gelek hêzên siyasî yên Kurd, gelê Rojhilatê Kurdistanê, Malbatên Şehîdan, gelê Başûrê Kurdistanê û Rojnamevanên Kurd û hunermendên navdar vexwend û salvegera xwe bi şahiyeke girseyî pîroz kir.

Di şahiya pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û bangên girîng li hêzên Kurd û rejîma Îslamî ya Îranê hatin kirin. Her rêxistin û kesayetên ku beşdarbûn bi peyamên xwe yên nivîskî û bi devkî piştgiriya xwe diyarkirin. Şahî bi rêzgirtinê û sirûda netewî ‘Ey Reqîb” dest pê kir.

Bi navê Kordînasyona PJAK’ê Rêzan Cawîd bi boneya Salvegera partiya xwe û Rojbûna Rêberê Gelê Kurd axivî û peyamên girîng da partiyên Rojhilatê Kurdistanê û rejîma Îslamî ya Îranê.

Cawîd di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêşketinên li herêmê diqewimin û derfetên dîrokî yên derketiye pêş gelê Kurd de. Cawîd anî ziman ku derfetên îro gelê Kurd li heremê bi dest xistine di encama tekoşîna bi salan ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çêbûne û got: “Tekoşîna Rêber Apo , Tekoşîna HPG ya li Bakurê Kurdistanê û berxwedana girtiyên PAJK û PKK’ê bû sedem ku qonaxeke nû ya diyalog û çareseriyê dest pê bike. Pêşketina herî berbiçav jî daxuyaniya Rêber Apo ya li Newroza Amedê de hate dayîn bû.”

AGIRBEST BERDEWAM DIKE

Cawîd berxwedana gerîlayên PJAK’ê ya li dijî tejîma Îranê ku di sala 2011’an de li Qendîlê raber kir bi bîr xist û gotz: “PJAK bi berxwedana Qendîlê re kete qonax û temeneke xwe ya girîng. Şerê Qendîl bi agirbestek bi dawî bû û hîn jî ev pêvajo berdewam dike û ji bo pêşketina vê pêvajoyê sipasiya xwe ji bo Mam Celal diyar dikin û şifayê jêre dixwazin.”

EM HER TIM DIYALOGÊ ESAS DIGIRIN

Cawîd got, “êdî ti kes nikare daxwazên Kurdan ji nedîtîve were. Îro li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Lê, Îran hîn jî di zext û qedexeyan de israr dike. Îşkence, qedexekirina Newrozê û rojevkirina darvekirinan îro li Îranê gihiştiye asteke herî jor. Yan dê Îran dest ji van pêkanîn berde û demokratîk bibe, yan jî wê rû be rûyê nerazîbûnên pirr cidî yên gelên Îranê were. Em weke rêbaz her timî rêbaza aşitiyê û diyalogê esas digirin”.

JI BO HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ BANG

Ji ber hilbijartinên Serokomariyê ya Îranê nêz dibe jî bang li Îranê kir û got: “Hilbijartinên serokamariyê ji bo çareseriyê  derfeteke girîng pêşkêş dike. Pêwîste di vê hilbijartinê de projeya çareseriyê ji bo hemû beşên li Îranê pêşkêş bike. Eger di pêkanînên xwe yên dij demokratîk de israr bike, divê bizane ku wê gelê Kurd helwesta xwe tund bibe û li dijî derbikeve”.

BANGA JI BO YEKITIYA PARTIYÊN ROJHILAT

Rêzan Cawîd bi navê partiya xwe jî bang li derdorên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê jî kir û anî ziman: “Wext hatiye ku di nava hêzên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê de yekîtî saz bibe û di bin sêwanekî de tekoşînê bidin meşandin. Helwestên heta niha ji pêwîstiyên gelên Îran û Rojhilat re nabin bersiv. Ji loma em careke din banga çêkirina konferansa netewî dikin. Ev derfetek dide me ku em pêşerojeke azad ji gel re amade bikin. Weke PJAK em amadene ku her berpirsyariyeke ji bo azadiya gelê Kurd bikeve ser milê me pêk bînin”. 

Cawîd di dawiya axaftina xwe de jî balkişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê û hemû derdorên Kurd kir ku ji bo azadiya Ocalan bixebitin. Her wiha dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anî ziman û rêzên xwe beyan kir.

Endamê KNK’ê Mihemed Emîn Pencewînî jî di şahiyê de axivî û bal kişand ser girîngiya PJAK’ê. Pencewînî anî ziman ku PJAK di Rojhilatê Kurdistanê de xebateke modern û fedayane daye destpêkirin û got: “Ev bû sedem ku ew şkestina li Rojhilatê Kurdistanê çêbûye hilweşîne û bibe moral û hêviyeke ji bo gel.”

Pencewînî got ku divê parçeyên din yên Kurdistanê jî piştgirî bidin gelê Bakurê Kurdistanê û anî ziman ku eger gelê Kurd yê Bakurê Kurdistanê bigihije azadiya xwe pêşî li azadiya gelê Kurd ya neteweyî jî wê vebibe. 

DIVÊ KURD JI BO HILBIJARTINÊ BI HEV RE BIN

Siyasetmedarê ji Rojhilatê Kurdistanê Eliyê Kerimî jî anî ziman ku êdî hêzên Kurd yên siyasî ne weke berê ne û wiha domand: “Gelek car ji ber rewşa konjekturî derfet ketiye destê Kurdan û îro jî derfeteke pir girîng ketiye destê me”Pêşketinên îro di asta cîhanî de pêşdikeve. Êdî hêzên siyasî yên Kurd ne xwedî eqlê berê ye. Gellek caran derfet ketiye destê Kurdan ev jî li rastê rewşên siyasî yên cîhanî hatiye. Pêwîste em hemû derfetan baş binirxînin. Îro derfetên pirr mezin heye. Pêşketinên îro li Bakurê Kurdistan ji bo tevahî netewa gelê Kurd girîng e. pêşketinên li Tirkiye û bakur rû didin zêrîne. Divê hemû parçeyên Kurdistanê vêya piştgirî bikin û li gel wan rawestin. Silav ji bo hemû şarên Kurdisdtanê. Ey gelê Kursdistanê rojhilat îro roja hilmete. Divê em îro dest bidin destê hev û têbikoşin. Divê em di mijara hilbijartinên komara îslamî ya Îranê divê em hemfikir tevbigerin û tekoşîneke yek dest bidin meşandin. Em dizanin ku ti berjewendiyên gelê Kurd divê hilbijartinê de nîne. Pîroz dikim û li tevahî gerîlayan pîroz dikim. Birêz ocalan hêvîdarim ku divê sala 2013’an de azad bibe û ji bo wê jî têbikoşin.”

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  Cafer Henan axivî û got: “Me silavê gelê Rojavayê Kurdistanê ji were aniye. Çareserî tenê dikare bi yekîtiya gelê Kurd çêbibe. Em di çareseriya xweseriya demokratîk de bi israrin.  Divê partiyên Rojhilat jî dest bidin hev û parçebûna heyî kêliyek beriya kêliya din divê were derbaskirin. Bijî biratiya gelan û bijî Rêber Apo.”

Her wiha nunerên rêxistin, partî û saziyên weke KCK, Partiya Serbestiya Kurdistan (Encûmena Serkirdarî), Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan (Mektebî Siyasî), Partiya Çareseriya Kurdistan (Mekteb Siyasî, Hizbî Ayendey Kurdistan, Bizûtnawey Dîmokratî Gelê Kurdistan, Partî Çepî Kurdistan, Komeley Şoreşgerî Kurdistan, Komeley Zehmetkêşanî Kurdistan,  Hizbî Şîay Başûrê Kurdistanê, Yekîtî Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistan (YNDK) Rêkxirawî Kurdistanî Hizbî Komînîstî Îran, Rêkxirawî Azadî Jinanî Kurdisan-Nîna, Partî Azadî Kurdistan, Rêkxirawa Ciwanên Lîberalên Kurdistan Qendîl beşdar bûn û peyam dan.

Dîsa  Seyîd Mihemed Serçawey Torî Rojnamewananî Qendîl, Partî lîberalî dîmokratî Kurdistan, Partî çepî Demokratîk a Kurdistana Suriye, Partî Çepî Demokratî Kurdê Suriye,  Partî Demokratî Kurdê Suriye, Nunerê KNK’ê Dr. Kamuran Berwarî beşdar bûn.

Her wiha hunermedên weke Necmedin Xulamî,  Kalê, Koma Evîndar,  Koma Rojyar,  Hêriş Hewramî, Folklora Gerîlayên YJRK’ê beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi bernameya çandî bi dawî bû.