Piştî Derya Spî û Egeyê, penaber li ser sînoran dimirin

Piştî drama penaberan a li Derya Spî û Egeyê, penaberên hewl didin ji sînorên navbera welatên Ewropayê derbas bibin, jiyana xwe ji dest didin.

Piştî drama penaberan a li Derya Spî û Egeyê, penaberên hewl didin ji sînorên navbera welatên Ewropayê derbas bibin, jiyana xwe ji dest didin. Di nava 5 mehên dawî de ji penaberên hewl dan ji Fransayê derbasî Îngilîstanê bibin herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha penaberekî din ê hewl da derbasî Makedonyayê bibe jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku Makedonyayê, penaberên ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê ne di nav de, sînorên xwe ji penaberên din girt, 3 hezar penaber hînê li ser sînor disekinin. Ciwanekî 22 salî yê ku li nêzî deriyê sînor ê Îdonemî ji bo derbasî Makedonyayê bibe hewl dida şiba trenê derbas bike, ji ber elektrîkê pê girt, jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku vî ciwanê Fasî jiyana xwe ji dest da, di navbera polîsên Makedon û penaberan de rewşeke aloz rû da. Li ser sînorê Makedonyayê, di hefteya bihurî de jî ciwanekî ji bo derbasbûna ji sînor xwe bi trenê girtibû, jiyana xwe ji dest dabû. Di çarçoveya biryara hikûmeta Makedonya de, tê gotin ku wê têlên li ser sînorê Yewnanîstanê hatine rêsandin, bi qasî 40 kîlometreyên din bên dirêjkirin.

Drama penaberan li nêzî Calaîsê, ku aliyê Fransa yê Tunela Manşê ye, dewam dike. Jineke ciwana  Sûdanî ya 16 salî, ku derket ser rêya Tunela Manşê, ji ber ku qemyonetek lê qelibî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê penabera Sûdanî re hejmara penaberên ji meha Hezîranê û vir ve li Calaîs û derdora wê jiyana xwe ji dest dan, derket 18 kesan.

Li Calaîs û derdora wê, hînê zêdeyî 4 hezar 500 penaberên piraniya wan ji welatên Afrîka Navîn, Rojhilata Navîn û Afganîstanê, li qadeke daristanî di kampan de dimînin.