Piştgiriya Amedê ya ji bo Kobanê didome
Piştgiriya Amedê ya ji bo Kobanê didome
Piştgiriya Amedê ya ji bo Kobanê didome
Li Amedê çalakiyên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re berdewam dikin. Di Çalakiya îşev pêk hat de, êrîşên DAIŞ û polîsên Tirk bi lêxistina fîtik, beroş û tenekeyan hate şermezarkirin.
Bi peşengiya Komeleya Hemwelatiya Azad û Wekhev a Taxa Şehîtlikê bi dehan kes, li Semta Şehîtlik a navçeya Yenîşehîra Amedê ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê ya Rojava kom bûn û êrîşên çeteyan ku li dijî mirovahiye bi meş û ledana firaqan şermezar kirin.
Welatiyan li peşiya komeleyê dest bi meşê kirin û li gelek taxên semte meşiyan. Di meşê de welatiyan durişmayên "Bijî berxwedana Rojava", "Her der Kobanê her der berxwedan", "Amed ranezê li Kobanê xwedî derkeve", "Bijî berxwedana YPG/YPJ" û "Kujer DAIŞ hevkar AKP" qîriyan. Di meşê de hemwelatiyan li pîkan da û kesên derdorê jî bi dirûşm û lêdana firaqan û welatiyên di malên xwe de jî bi girtina lambeyan piştgirî dan çalakiyê.
Herî dawî welatî derbasî Taxa Ben û Senê bûn û piştî çalakiya xwe li vir jî li dar xistin, berê xwe dan komeleyê û çalakiya xwe li ber komeleye bi dawî kirin. Welatiyan biryara heya êrîşên çeteyan û piştgiriya AKP'ê ya çeteyan bi dawî nebe de her roj di saet 20:00'an de çalakiya xwe pêk bînin. Dema komê çalakî pêk anîn, polîsan jî bi du wesayîtên zirxî çalakvan ji pişt ve dişopandin.