"Piştgirî bi asayîşê bikin"

"Piştgirî bi asayîşê bikin"

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava di derbarê êrîşa komên çete ku duh êvarê li dijî Yekîneya YPG’ê li bajarê Amûdê pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku çalakî û xwepêşandanên vê dawiyê li Amûdê dihatin birêvebirin di çarçova hin aliyên derve de hatibûn plankirin. Rêveberiya Asayîşê diyar kir tevî wê jî wan ji bo parastina aştiya civakî ev çalakî hemû parastine. Rêveberiya Asayîşê bang li gelê Kurd û welatiyên Amûdê kir ku piştgiriya hêzên asayîşê bikin ji bo parastina ewlekariya herêmê û nekevin nav lîstokan, asayîşê soz da ku ewê rastiya vê komployê û aliyên li pişt wê eşkera bikin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: ‘’Duh êvarê dema yekîneyeke YPG'êji operasyona paqijkirina herêma Bendava Şerqî û riya di navbera Dirbêsiyê-Hesekê vedigeriyan rastî êrîşa komên çete yên bi fermana îstixbarata Tirkiyê tevdigerin, hatine.Koma çete êrîşê yekîneya YPG'ê kir û gule li van barandin, endamekî YPG'ê jiyana xwe jidest da û 2 jî birîndar bûn, di bersivdayîna yekîneya YPG’ê de hin endamên komên çeteyan hatin kuştin û birîndar bûn.’’

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tevî ku me dizanî hemû çalakî û xwepêşandanên vê dawiyê li Amûdê dihatin birêvebirin, di çarçova hin aliyên derve de hatibûn plankirin, lê tevî wê jî wek hêzên Asayîşa Rojava me ji bo parastin û ewlehiya welatiyan li bajarê Amûdê hemû çalakiyên wan parastin, bi taybet li bajarê Amûdê me çend rojan cihê girevê parast, lê van koman bi hestên ciwanan lîstin û êrîşeke bêbext li dijî yekîneyên YPG'ê pêk anîn."

Rêveberiya Asayîşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êrîş bi armanca têkbirina aramî, ewlehiya bajarê Amûdê, gund û bajarên din yên Rojava hatiye plankirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û welatiyên Amûdê hate kirin ku piştgiriya hêzên asayîşê bikin ji bo parastina ewlehiya herêmê û nekevin nav lîstokan.

Daxuyanî wiha bi dawî dibe: ‘’ Em wek Rêveberiya Asayîşa Rojava soz didin ku rastiya vê komployê û aliyên li pişt vê eşkera bikin û wan hewaleyî dadgehên gel bikin.’’