Pisporên DYA'yî ji bo Kobanê bang li DYA û Rojava kirin
Pisporên DYA'yî ji bo Kobanê bang li DYA û Rojava kirin
Pisporên DYA'yî ji bo Kobanê bang li DYA û Rojava kirin
Pisporên DYA'yî Michael Werz û Max Hoffman ên li saziyeke ramanî ya nêzî hikûmeta Obama dixebitin, bang li welatên Rojavayî kirin ku ji bo parastian Kobanê bikevin nava tevgerê. Pisporên ku bombebarana hewayî ya koalîsyonê têrker nabînin gotin, "Berdêla bêdengiyê wê giran be."
Saziya bi navê "Center for American Progress"-CAP, saziyeke ramanê ye ku nêzî hikûmeta Obama tê naskirin. Saziyê di meha Tîrmehê de li ser têkiliyên Tirkiye û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de raporek weşandibû. Du pisporên vê saziyê Michael Werz û Max Hoffman, vê carê ji bo kovara nûçeyan a Elman Der Spiegel, êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê analîz kirin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ TÊRÊ NAKIN
Analîstan dan xuyakirin ku êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê li hemberî DAIŞ a nêzî Kobanê bûye, têrker nîne û ji bo Kobanê têk neçe bang li welatên Rojavayî kirin ku operasyonên bi bandor lidar bixin.
BERDÊLA BÊDENGIYÊ WÊ GIRAN BE
Li hemberî îhtimala trajediya li Şengalê hat jiyîn li Kobanê rû bide pisporên DYA'yî gotin, "Berdêla bêdengiya Amerîkî û Ewropiyan a li hemberî bêdengiya li pêşberî rewşa Kobanê, wê giran be. Eger Kobanê bikeve destê IS (DAIŞ) wê komkujiyeke mezin bê jiyîn."
'KOBANÊ TÊK BIÇE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JÎ TÊK BIÇE'
Micahael Werz û Max Hoffman bibîr xist ku dewleat Tirk destûrê dide çeteyan ji bo derbasî Sûriyeyê bibin û rê dide ku DAIŞ di ser Tirkiyeyê re petrola qaçax bifiroşe. Werz û Hoffman destnîşan kirin ku eger Kobanê têk biçe wê pêvajoya aştiyê ya Enqere bi PKK'ê re dimeşîne jî têk biçe.
ÊRÎŞA DAIŞ'Ê YA LI HEMBERÎ HERÊMÊ GEFEKE HERÊMÎ YE
Pisporên DYA'yî dan xuyakirin ku hêza heta niha li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke serketî meşandiye hêzên YPG'ê ne û diyar kirin ku eger Kobanê dagir bikin wê DAIŞ navenda xwe ya li Reqayê bîne vê derê û ev yek jî hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo herêmê gefeke mezin e. Pisporan gotin, "YPG'ê gelek caran ragihand kuji bo operasyonên hewayî ew amade ne bi hêzên leşkerî yên DYA û Ewropî re di nava koordînasyonekê de bixebite, ev yek girîng e."
Michael Werz û Max Hoffman herî dawî ev bang li DYA û Ewropayê kirin: "Têkçûna Kobanê wê hem rê li ber trajediyeke mezin a însanî veke, hem jî wê bibe têkçûneke stratejîk. Divê DYA û Ewropa ji ber sedemên exlaqî, siyasî û stratejîk rê nedin vê."