Pirsgirêka Kobaniyan a bicihbûnê nayê çareserkirin

Pirsgirêka Kobaniyan a bicihbûnê nayê çareserkirin

Li ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê nêzî 3 hezar û 700 Kobaniyên hatin Pirsûsê li bajêrkonê ku ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye çêkirin hatin bicihkirin. Endama Komîsyona Rêveberiyên Xwecihî yê DBP’ê Olcay Kanlibaş got ku hejmara konan kêm e û banga hestyariyê li her kesî kir.

Gelek Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê ku ji gundan û Kobanê hatin tehliyekirin piraniya wan derbasî Pirsûsê bûn. Qismek ji Kobaniyan ku li gel xizmên xwe hatin bicihkirin yên mane jî di kon, embarên dikanan, mizgeft, salonên dawetê û kolanan de dimînin.

Di konên ku Şaredariya Pirsûsê vedane 3 hezar û 700 kes hatine bicihkirin. Ekîbên ji xebatkar û dilxwazan pêk tên tevî derfetên kêm jî tevayî pêdiviyên Kobaniyan bicih tînin. Endama Komîsyona Rêveberiyên Xwecihî yê DBP’ê Olcay Kanlibaş ê têkildarî xebatên xwe agahî dan got ku wê navê şervana YPJ’ê Arîn Mîran a li dijî çeteyên DAIŞ çalakiya fedayî pêk anî li bejêrkon ê ji 500-600 konan pêk tê bikin.

NAXWAZIN BIÇIN KONÊN AFAD

Kanlibaş diyar kir dema Kobanî destpêkê hatin bajarkon ji bo demekê bi kar anîn, ji ber yên hatin di nava hêviya cardin wê vegerin Kobanê de ne û got ku ji ber konên hene ne li gor şert û mercên zivistanê ne teqez pêwîstî bi konên zivistanê hene.

Kanlibaş diyar kir Kobanî naxwazin di konên ji aliyê AFAD ve hatine vedan de bimînin û wiha got: “Kes naxwaze bikevin konên AFAD. Ji ber weke konên dewletê dizanin, bawerî nadinê. Tên konên şaredariyê. Niha nêzî 3 hezar mirov li benda konan in. Daxwazên me yên konan ên ji bo AFAD rastî bersiva neyênî hat. Me xwest em bi xwe konan vedin lê qebûl nekirin.”

DIVÊ HESTIYARÎ BERDEWAM BIKE

Kanlıbaş diyar kir li hemberî kampanyayên ji bo kesên pêwîstdar hatine destpê kirin hestiyar in û bal kişand ser dewamkirina vê hestiyariyê. Kanlibaş got: “Pêwîstiya zarokan bi parkan û aktîvîteyên civakî hene.”

Kanlıbaş diyar kir ên di konan de dimînin jî bi hêviya wê vegerin malên xwe dimînin.