Pîrozbahiyên li Amarayê bi coşeke mezin bi dawî bûn
Pîrozbahiyên li Amarayê bi coşeke mezin bi dawî bûn
Pîrozbahiyên li Amarayê bi coşeke mezin bi dawî bûn
Bi 10 hezaran kesên 2 rojin di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pîrozbahiyê pêk tînin, piştî Meşa Amara û pastayê rojbûnê jêkirin, çûn qada Karataşê ku Mustafa Dag û Mustafa Karaoglan ên di sala 2009'an de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir. Pîrozbahiya ku 2 rojin didome bi bîranîna Dag û Karaoglan bi dawî bû.
Bi hezaran welatiyên li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê 64'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin serê sibê herikîn Gundê Amara yê Ocalan lê ji dayik bû. Serê sibê bi sedan wesayît ber bi Amarayê ve derketin rê û bi sedan welatî jî bi meşê çûn gund û pêşengeha li mala Ocalan lê ji dayik bû ziyaret kirin.
Xwîşk û birayê Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û xizmên wî welatî pêşwazî kirin. Welatiyan wêne kêşandin û slogan "Be serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" qêriyan. Hinek welatiyan şitilên bi xwe ra anîn li baxçeyê mala Ocalan çandin.
Hevser, zarok û bavê Mustafa Dag ê ku di sala 2009'an de di meşa Amarayê de jiyana xwe ji dest da jî tevlî ziyaretê bû û demên hestiyar hatin jiyîn. Meşa ku di pêşengiya TUHAD-FED'ê de bi şîara "Çaraseriya Demokratîk Ji Ocalan Re Azadî" pêk hat, bi hezaran kes çûn Amara û mala ku Ocalan lê ji dayik bûye zeyaret kirin. Welatiyan pastayê rojbûnê birîn û li mala Ocalan û gund şitlên daran çandin.
Girse dîsa bi karwanekî mezin vegeriyan Xalfetî û ji vir jî çûn Herêma Karataşê ku di sala 2009'an de di mudaxaleya leşkeran de Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag bi bombeyên gazê hatin qetilkirin ziyaret kirin. Karwana ku Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP'ê Nursel Aydogan, Mulkiye Birtane, Sabahat Tuncel jî hebûn bi hezaran kesan qada ku Dag û Karaoglan lê hatin qetilkirin ziyaret kirin.
Li vir bi hezaran kesan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakir û alên KCK'ê û PKK'ê bilind kirin. Welatiyan li vê qadê bi keviran nivîsa "Apo" nivîsandin û bê navber siloganên "Şehit namirin" û "Bijî serok Apo" berz kirin. Kaça Dag a 4 salî Şeyma û ya 6 salî Gulsum jî hatin cihê bîranînê. Li vir Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku heta niha destûr nedidan ku gelê kurd Rojbûna Rêberê xwe pîroz bike, lê ji ber biryara gel a bi israr gel em îro bi 10 hezaran kes hatin vir. Biryara gel û baweriya gel dê hemû tiştî bi deskt bixe. Kişanak, da zanîn ku gel bi biryara li gel Ocalan dê serkeftina xwe bi dest bixe. Bîranîn bi silogana "Şehîd namirin" bi dawî bû.
Bernameya pîrozbahiya Rojbûna Ocalan bi bîranîna Dag û Karaoglan bi dawî bu.