Pîrozbahiya li Amarayê dest pê kir

Pîrozbahiya li Amarayê dest pê kir

Bi dehhezaran kesên ku ji bo pîrozkirina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, kom bi kom tên serdana mala Ocalan a li Amarayê û merasima rojbûna Ocalan dest pê kir.

Gelê Kurd ku roja 4’ê Nîsanê roja rojbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke roja “ji nû ve jidayikbûnê” bi nav dike, di salvegera 64’emîn de pîrozbahiyên bihebet yên bi dirûşima “Ji Rêbertiyê Azadî, ji Kurdistanê re Statu” li dar dar dixin. Bi vê boneyê bi dehhezaran li navçeya Xelfetî ya Rihayê kom bûn û bi çalakiy n cûda rojbûna Ocalan pîroz kirin.

Di saetên danê sibê de bi hezaran kes berê xwe dan gundê Amara yê ku 12 km ji navçeya Xelfetiyê dûr e. Bi hezaran kesên ku dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” diqîrin û diçin serdana mala Ocalan.

Piştî ku zarokan pasteyê ji bo rojbûna Ocalan birîn, jinên endamên DOKH’ê dest bi çandina şitilan kir.

Bi pêşengiya zarokên Mustafa Dag ê ku di meşa berê ya Amarayê de, di êrîşa leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest dabû Gulsum û Şeyma Dag firfirok firandin û pasteyê ji bo rojbûna Ocalan jî ji aliyê keçn Dag ve hate birîn.

Gel kom bi kom diçin baxçeyê mala ku Ocalan lê ji dayik bûye û govend digerîne, her wiha bi dorê ve diçin hundirê mala ku bi wêneyê mezin ê Ocalan hatiye xemilandin û temaşeyê pêşangeha wêneyan dikin.

Di pîrozbahiyê de xwîşk û birayên Ocalan, malbatên kesên di meşên Amarayê de jiyana xwe ji dest dane, Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîtane tevil bûn û li ser navê TUHAD-FED’ê Hasan Îhsan daxuyaniyek da û bal kişand ser girîngiya 4’ê Nîsanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hevserokên KCD û BDP’ê hîn negihiştine Amarayê, girseya gel dê saet di 13.00 de li Xelfetiyê li cihê ku ciwanên Kurd Mahsun Karaoglan û Mustafa Dag lê jiyana xwe ji dest dane merasimek li dar bixin.

Serdana Amarayê û govenda li baxçeyê mala Ocalan bi coşeke mezin berdewam dike.