Peywira Şaredarê Wanê Kaya lê hat vegerandin

Peywira Şaredarê Wanê Kaya lê hat vegerandin

Peywira Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ku di operasyona bin navê "KCK'ê" de hatibû girtin û di 29'ê adarê de serbest hate berdan, lê hate vegerandin û bi fermî dest bi peywira xwe dike.

Peywira Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ku di 7'ê hezîrana 2012'an de di operasyona bin navê "KCK" a Wanê de hate girtin û di 29'ê adarê de hate tahliyekirin, lê hate vegerandin. Wezareta Navxweyî ve di 5'ê nîsanê de biryara vegerandina peywirê ji Walîtiya Wanê re hate şandin, îro piştî hate erêkirin, ji hêla Walîtiyê ve ji şaredariyê re hate şandin.

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya dê sibê fermî dest bi peywira xwe ya şaredariyê bike.